Civîna Rêveberiya Xweser û HTŞ’ê taloq bû 2025-07-24 16:38:23   NAVENDA NÛÇEYAN – Civîna ku îro dê di navbera nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de li paytexta Fransa Parîsê bihata lidarxistin, taloq bû.     Hatibû plankirin ku îro dê di navbera nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de li Fransayê civînê bihata lidarxistin. Beriya ku heyeta Rêveberiya Xweser bigihêje Fransayê, hate ragihandin ku civîn taloq bûye.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Nûnerê Fransayê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kerîm Qemer, anî ziman ku civînê ku îro hatibû plankirin, hatiye taloqkirin.