ROJEVA 12’YÊ TÎRMEHA 2025’AN 2025-07-12 09:00:35   * Aktivîsta TJA’yê Sabahat Tuncel, diyar kir ku stratejiya paradîgmaya “Civaka Demokratîk” siyaseta demokratîk e û got: “Temînata pêvajoya nû hiqûq e. Rêzdar Ocalan ji bo vê yekê bi israr, divê pêvajo bi temînata hiqûqî ve bê rêvebirin.”   * Koma Aştî û Civaka Demokratîk, pêşengiya pêvajoya guherîneke nû kirin û çekên xwe di warê xwedawenda de îmha kirin. Agirê ku di qadê bilind bû, bû çîrûsk û ronahiya vejîneke nû.   * 95 sal di ser Komkujiya Geliyê Zîlan re derbas bûn, ku yek ji mezintirîn komkujiyên li dijî Kurdan e. Nivîskar Mehmet Sadik Varlî, got: “Komkujiyên wek Dêrsim, Helepçe û hemû komkujiyên din ji bo tunekirina Kurdan pêk hat. Lêbelê têkoşîna 40 salan a ku li dijî komkujiyan hate kirin ji bo bi serketinê ve tacîdar bibe xwe amade dike.”   * Nivîskar Mehmet Karakûş ê ku merasîma Koma Aştî û Civaka Demokratîk nirxand, got: “Divê dewlet di qanûn û destûra bingehîn de gelek guhertinan bike. Pêdivî bi reformeke hiqûqî heye. Ger ev bê kirin dê pêvajoyê bi ser bikeve.” * Li Şirnexê sazî û nûnerên partiyên ku beşdarî “Hevdîtinên Aştî û Demokratîk” bûbûn, gotin “Du fikarên bingehîn hene, yek jê gavneavtîna dewletê ye, ya duyemîn mercên Rêbertiyê de guhertineke cidî tune.”   * Ji Kurdistan û Tirkiyeyê Rewşenbîr, parêzvanên mafê mirovan û kesên ji şer zirar dîtine bi coş beşdarî merasîma dîrokî ya çekdanîna PKK’ê bûn û bûn şahide guherîneke dîrokî.    * Rêvebira Meclisa DEM Partî Salîha Aydenîz, têkildarî merasîma çekdanîna PKK’ê got: “Ev gav destpêk û biryara têkoşînake duyemîn a gelê Kurd e.”   * Ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam, serlêdana “efûya Serokkomariyê” hate kirin. Keça Çam, Şîmel Çam got, "Em her roj bi tirsa wergirtina nûçeyên xirab dijîn.”   * Xizmên Windayan, dê li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiya “Bila winda bê dîtin, kiryar bên darizandin” li dar bixe (12.00)   * Dayikên Şemiyê, dê li Qada Galatasay çalakiya 1059’emîn li dar bixin. (12.00)   * Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê dê ji bo rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyê bê dayîn. (13.00)   * Li Amed û Êlihê di çarçoveya “Hevdîtinên Civaka Demokratîk” de dê civînên bi gel re bên lidarxistin. (12.00)