Hewldana 78’iyan: Em piştgiriyê didin hemû geşedanên aştiyê esas digirin 2025-04-20 17:00:34 ÊLIH - Hewldana 78'iyan têkildarî banga Abdullah Ocalan wiha gotin: “Em piştgiriyê didin hemû geşedanên aştiya civakî û civaka demokratîk esas digirin.”  Hewldana 78’iyan têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate ragihandin, li Êlihê daxuyanî da. Daxuyanî, li Parka Yilmaz Guney hate lidarxistin. Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Êlihê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û endamên hewldanê tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê bi hêza xwe ya rêxistinkirî, bi hev re jiyana azad bînin” hate hilgirtin.    Endamê Hewldana 78’iyan Abdurrahman Onat daxuyanî xwend. Onat, bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û got: “Teşeyeke nû didin Rojhilata Navîn û hedefa esasî jî çavkaniyên enjeriyê, korîdorên enerjiyê û bazirganiya çekan e. Welatên mîna Erebistana Siûdî, Qeter û Mîrtiyên Yekbûyî yên Ereb ku ji hêla enerjiyê ve dewlemend in, neçar tên hiştin ku bi milyaran dolaran bidin DYA’yê. Li hêla din îsraîl ji bo serweriya xwe li Sûriyeyê cîbicî bike, stratejiya xwe ya hêza leşkerî bênavber didomîne.”    Onat, diyar kir ku Tirkiye jî hewl dide ji xwe re qadekê veke û wiha pê de çû: “Enqere jî hewl dide li Rojhilata Navîn ji xwe re qadekê veke. Pêşeroja HTŞ’ê nediyar e. Kurd jî ji bo li hemberî van geşedanan bibin hêzekî stratejîk firsendekî mezin bi dest xistine.”    'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN GEŞEDANÊN AŞTIYÊ ESAS DIGIRIN’    Onat, anî ziman ku di vê pêvajoyê de nediyariyên polîtîk û leşkerî hene û axaftina xwe wiha qedand: “Her çend CHP çendek puanan li pêşiya AKP’ê xuya bike jî, bûyerên diqewimin û polîtîkayên li hemberî wan tên meşandin, di rewşeke pir hesas de ne û dibe ku ji nişka ve hevsengî biguherin. Hewldana 78’iyan, pêvajoya nû ya birêz Ocalan pêş xistiye dişopîne û li ser diaxive. Mîna berê jî me gotibû, em piştgiriyê didin hemû geşedanên aştiya civakî û civaka demokratîk esas digirin.”