ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2025’AN 2025-04-17 09:00:12   * Di îdianameya der barê rojnameger Hayrî Tûnç hat amadekirin de îdiaya "rojnamevaniya wî nehat tespîtkirin", bi dîmenên ku derketin holê hat pûçkirin.   * Hevseroka Giştî ya OHD'ê Ekîn Yeterê neçûna CPT'yê ya li Girtîgeha Îmraliyê ya ku tecrîd lê didome wekî "helwesteke siyasî" nirxand û got: "Ji bo guhertina vê helwestê, em ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin."   * Hevserokê Şaxa TUHAY-DER'ê ya Wanê Çetîn Ûyar diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got ku divê dewlet der barê girtiyên nexweş de demildest gavan biavêje.   * Dayikên girtiyan diyar kirin ku divê dewlet berpirsyariya xwe ya li ser banga Abdullah Ocalan bi cih bîne û gotin: "Pêdiviya me bi gavên şênber û fermî heye."   * Dr. Paul Bilbao Sarria da zanîn ku zimanê kurdî jî wekî zimanê baskî bi pêvajoyeke hindikayîbûnê re rû bi rû maye û got ku di pêvajoya ku  der barê pirsgirêka kurd de tê meşandin de daxwaza qebûlkirina zimanê kurdî wekî zimanê fermî pir girîng e.   * Geşedanên têkildarî rewşa tenduristiyê ya endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder dê bên şopandin.    * Danişîna 2’yemîn a doza 3 polîsên bersûc ên welatiyê bi navê Mîkaîl Ekîncî li Çermûgê qetil kiribûn dê were lidarxistin. (10.00)   * ÎnîsiyatîfaJ Jinan a ji bo Sûriyeyê dê têkildarî komkujiyên li dijî Elewiyan ên li Sûriyeyê li avahiya Federasyona Elewî Bektaşî ya li Stenbolê daxuyaniyê bide. (11.00)