Îbrahîm Kalin çû serdana Onder 2025-04-16 11:18:13   STENBOL - Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin çû serdana nexweşxaneya Sirri Sureyya Onder lê tê tedawîkirin.    Xetereya li ser jiyana endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder berdewam dike. Onder, niha li beşa lênihêrîna awarte tê ragirtin û di saetên serê sibehê de gelek kes çûn serdanê.    Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Netewî (MÎT) Îbrahîm Kalin jî çû serdana nexeşxaneya Onder lê tê tedawîkirin. Kalin, ji keça Onder û birayê wî re ji bo Onder silametî xwest.