Walîtiya Amedê dirûşma ‘Jiyan jiyan azadî’ qedexe kir! 2024-11-23 20:44:53 AMED - Walîtiya Amedê bi biryarek sosret dirûşma “Jin jiyan azadî” qedexe kir.  Midûriyeta Polîsan a Amedê li ser biryar û daxwaza Walîtiya Amedê dirûşma “Jin jiyan azadî” qedexe kir. Tevgera Jinên Azad bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li Pira Deh Derî çalakiyek li dar xist. Polîsan beriya çalakî dest pê bike jinan re bi awayek devkî ragihand ku dirûşma “Jin jiyan azadî” bi hinceta “Propaganda rêxistinê” hatiye qedexekirin û ji jinan hat xwestin ku ev dirûşm neyê berzkirin.    Hat zanîn ku biryara qedexekirina dirûşmê bi awayek nivîskî teblîxî jinan ango komîteya amadekar a çalakiyê nehatiye kirin.    Dema ku jinan di çalakiyê de dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir û polîsên Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê bi anonsê diyar kir ku ev dirûşm “termonolojiyek rêxistinî ye” û “Propaganda rêxistinê” dike. Her cara ku jinan ev dirûşm berz dikir, polîsan bi anonsê xwest dengê dirûşmê qut bike û deng dernekeve.    Bi salane heta niha ev dirûşm di serî de li her çar aliyên Kurdistanê û li tevahiya cîhanê tê berzkirin, heta niha nehatiye qedexekirin. Lê îro dirûşm li Amedê hat qedexekirin.