Çîrokên kesên kiryarên wan nehatî eşkerekirin 2024-11-23 13:09:02 AMED - Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan a Amedê di hefteya 824’an de çalakiya ji bo windayan li dar xist. Di çalakiyê de tundî û kuştina li ser jinan û tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin. Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (KMM) a Amedê wek her hefteyê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî di hefteya 824’emîn de li ber Birdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya Amedê hat lidarxistin. Xizmên Windayan, rêveberên KMM’ê, endamên Meclisa Jinan a KESK’a Amedê, endamên Komeleya Jinan a Rosayê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û pankarta ji wêneyên windayan pêk tê li erdê hat raxistin. Jinên KESK’î bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê qerenfîl li Xizmên Windayan belav kirin. ‘JIN JIYAN E, JIYANÊ NEKUJIN’ Rêvebera KMM’ê ya Amedê Sûzan Mehmetoglû ewilî axivî û bi rasthatina 25’ê Mijdarê bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî tundiyê û kuştinên jinan û got: “25’ê Mijdarê ji bo me rojekî pirr girîng e. Di van salên dawî de kuştinên jinan û zarokan roj bi roj zêdetir dibe. Em van kuştinan şermezar dikin. Li ser jinan tundiya derûnî, fizîkî û aborî tê kirin. Em naxwazin tundî li jinan bê kirin û bên kûştin. Wê jin her tim li ber van kuştinan rabin û dest bidin hevdû û li qadan bin. Wê jin têkoşîna xwe xurt û bilind bikin. Em ê tundiyê û kuştinan bidin qedandinê. Em jinên têkoşer ku ji nav ne bar kirine jî bi bîr tînin. Heta ku jinek hebe wê têkoşîna jinan bê meşandin. Em bang dikin û dengê xwe bilind dikin; jin jiyan e jiyanê neqedînin û nekujin. Jin jiyan e, jiyan jî bi jinan ve ava ye. Dema jin tune bin jiyan jî tune ye. Heta ku jin azad nebin, civak jî azad nabin.” ‘DIVÊ DEST JI POLÎTÎKAYA QEYÛMAN BÊ BERDAN’ Mehmetoglû bal kişand ser tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Dêrsim û Pilûrê û got: “Şevê dinê dîsa qeyûm danîn Dêrsimê û Pilûrê. Danîna qeyûm desteserkirina îradeya gel e. Divê demildest dest ji vê tayînkirina qeyûman bê berdan. Em dibêjin şaredarî îradeya gel e, qeyûm ne îradeya gel e. Em polîtîkaya qeyûman şermezar dikin.” Piştre endama Meclisa Jinan a KESK’a Amedê Hatûn Leyla Tuncer axivî û bal kişand ser çalakiya Xizmên Windayan. SERPÊHATIYA DU XWIŞKAN Endama Komîsyona Windayan a KMM’a Amedê parêzer Berfîn Elçî jî serpêhatiya Tayyîbe  û Mumîne Sîncar ên xwişkên hev ku di sala 1994’an de li ku li navçeya Mahserta Mêrdînê ji aliye leşkeran ve hatibûn kuştin, hat xwendin. Elçî qala kuştina her du xwişkan kir û xwest faîlên wan bên darizandin. Elçî anî ziman ku malbata Sîncar gotiye ji ber ku wan cerdevaniyê qebûl nekiriye ev qetlîam li hemberî wan pêk hatiye. Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna her du xwişkan û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. ÊLIH   Li Êlihê jî ÎHD û xizmên windayan di hefteya 660;'Î de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û pankarta "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" hat vekirin. xizmên windayan, parêzvanên mafên mirovan, endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (Şaxa Êlihê) (OHD) û Komeleya Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên Li Dewgûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) , rêveberên  DEM Partî, DBP û gelek kes tevli çalaiyê bûn.    Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Halît Boran ê ku di 19'ê Cotmeha 1995'an de li Taxa Aksarayê ya navçeya Fatîhê ya Stenbolê hat binçavkirin careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.     Di daxuyaniyê de Endamê ÎHD'ê Zana Yucel Bozkurt axivî û diyar kir ku heta aqûbeta windayan bê aşkerakirin dê bipirsin. Zana Yûcel Bozkurt diyar kir ku Halît Boran ê ji gundê Heregê yê navçeya Licê ya Amedê ji bo xebatê çûbû Stenbolê, li Aksarayê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û piştî 8 rojan malbat û xizmên wî bi rêya Televîzyoneke taybet agahiya binçavkirina wî girtine.   Zana Yucel Bozkurt, anî ziman ku ev nûçe û wêne roja din di Rojnameya Sabahê de hatin weşandin û got ku piştre malbata wî bi saziyên fermî re têkilî danîne û eqûbeta kurê xwe pirsîne. Zana Yucel Bozkurt, da zanîn ku rayedarên fermî yên serî li wan hatiye dayîn, bersiva qeydeke wiha li cem wan tune ye dane malbatê û got, "Tevî hemû hewldanên malbatê, Halît Boran ji wê rojê û vir ve careke din agahî jê nayê girtin."   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   COLEMÊRG   Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 150'emîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê a navçeya Geverê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de, berpirsyarên kuştina kirina Îslam Terkoglu yê ku di 23'ê Mijdara 2003'an de li gundê Oremarê yê Geverê dema êzing kom dikirin ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin, hatin pirsîn.    Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Ozan Tekîn Akbaş daxuyanî xwend.   Tekîn Akbaş, bi bîr xist ku Îslam Terkoglu û hevalê wî Reşît Soydan di 23’ê Mijdara 2006’an de saet di 23.00’an de ji bo êzingên ku berhev kirine bibin Geverê di rê de bûnê û li ser rê ji aliyê leşkeran ve hatine rawestandin û wiha got: “Leşkeran bêyî hişyariyê gule li wesayitê reşandin û Îslam Terkoglu hat qetilkirin. Reşît Soydan bi saxî xilas bû. Ligel ku leşkeran pê hesiyan ku Terkogluyê ku gulebaran kirine sivîl  xwestibûn wî rakin nexweşxaneyê, lê Terkoglu di rê de jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de Walîtiya Colemêrgê jî daxuyaniyek da û diyar kir ku 2 terorîst hatine kuştin, lê Reşît Soydan bêyî ku sewqî Edliyeyê bê kirin, ji tabûra cendirmeyan a ku birin Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê hate berdan. Parlamenterê Colemêrgê yê sdemê der barê qetilkirina Terkoglu de bêşniyarpirs dabû meclisê. Di bersiva Wezareta Karên Navxweyî ya ji bo pirsa parlementeriyê da hat gotin ku der barê bûyerê de bi berfirehî lêkolîn hat kirin û hat qebûlkirin ku kesê gule lê hatiye barandin gundî ye."   BILA KIRYAR BÊN DARIZANDIN   Tekîn Akbaş, anî ziman ku hemû serlêdanên hiqûqî yên malbata Terkoglû hatine redkirin û got, “Ti lêpirsîn nehat kirin. Bi vî awayî aqûbeta Îslam Terkoglû yê ku ji bo debara jiyana malbata xwe bike û ji bo zivistanê êzingan peyda bike hat qetilkirin, aqûbeta wî nediyar ma. Em ji vir bang li rayedaran dikin: Divê di doza Îslam Terkoğlu de edalet pêk were, kiryar bên darizandin.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   ÎZMÎR   Endamên Şaxa İHD'ê ya Îzmîrê ji ber şert û mercên xirab ên hewayê daxuyaniya vê hefteyê li avahiya komeleyê dan. Ji ber 25’ê Mijdarê daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Komîsyona Jinê ya Komeleyê ve hat dayîn. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Gulistan Doku ya ku ji 5'ê Çileya 2020'an û vir ve li Dersimê winda bû û ti agahî jê nayê girtin, hate pirsîn.   Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Gulay Gûn Bîlîcî, di çalakiyê de bal kişand ser bûyera windabûna xwendekara Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku.