Dozgeriyê cara 738’emîn daxwaza hevdîtina Ocalan red kir 2018-03-13 17:43:56 STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana daxwaza hevdîtina parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan red kir.  Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Raziye Turgut, Cengîz Yureklî  û Newroz Uysal ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê wek her hefte bi heman hincetan daxwazê red kir.    Bi vê redkirinê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve ev bû 738 car daxwaza hevdîtinê bi hincetên “muxalefeta hewayê”, “keştî xerabe ye”, “keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” tê redkirin.