Amadekariya Newroza Amedê didomin 2018-03-13 16:14:27 AMED - Li Amedê xebatên pîrozbahiya Newrozê berdewam dikin. HDP’iyan lez dan ziyaretên xwe yên gund, bazar, dikandar û malên gel. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê, di çarçoveya amadekariyên pîrozbahiyên Newroza 21’ê Adarê de, li navçeyên Yenîşehîrê, Peyas, Sûr, Rezan û gundên girêdayî wan bi gel re hatin gel hev. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn û rêxistina Sûrê, li gundên Agmeşat, Kurdo Mêro, Erîmlî û Sîmak bi gel re hatin gel hev.  Parlamentera HDP’ê ya Amedê û rêveberên bajêr û navçeyan, li welatiyan, cafe û dikandarên taxên Toplu Konut, 450 Evler û Seyrantepe yên Yenîşehîrê belavok belav kirin.    Rêxistina Rezana HDP’ê jî dikandarên taxên Korhat û Alîpinar ziyaret kirin û belavakên pirozbahiya Newrozê li welatiyan belav kirin. Rêveberên Rêxistina Peyasa HDP’ê jî, li taxên Metropol, cihê Bazarê û Huzurevlerî xebatên Newrozê bi rê ve birin.