Zarokek li Efrînê di êrîşa balafirên TSK'ê de birindar bû 2018-03-13 15:34:40 EFRÎN – Şerê TSK û OSO yê li dijî gelê Efrînê di roja 53'an de berdewam dike. Ji ber bombebarana balafirên şer ên TSK'ê yên li ser taxa Eşrefiyê yê navenda bajarê Efrînê zarokê 14 salî Izet Hisên bi giranî birîndar bû. Şerê Tirkiye yê bi destê TSK û OSO li ser gelê Efrînê dimeşîne di roja 53'an de berdewam dike. Heta niha di encama topbaran û bombebarana hewayî û bejayî de li Efrînê 234 welatî ku gelek ji wan zarok in jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 668 welelatî jî birîndar bûn. Di encama êrîşan ên ji 20’ê Çileyê ve li ser Efrînê dom dike  25 jê zarok, 29 jin bi giştî 234 sivîl hatine kuştin, 90 jê zarok 100 jin bi giştî 668 sivîl jî birîndar bûne.     Îro dîsa balafirên şer ên TSK'ê li taxa Eşrefiyê yê navenda bajarê Efrînê bombe kir. Di bombebarana balafirên şer de zarokê 14 salî Izet Hisên bi giranî birîndar bû. Hisên rakirin nexweşxaneyê. Hat diyar kirin ku rewşa Hisên xerab e.