Dê îro jî gelê Rojhilat ji bo Efrînê çalakiyan pêk bînin 2018-03-13 14:49:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi armanca piştgirî dayîna Efrîn û şermezarkirina komkujî û êrîşên dagirkeriya TSK û OSO xwepêşandanên girseyî lidardixin. Hat payîn ku dê îro jî çalakî li seranserê Rojhilatê Kurdistina pêk werin. Gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê di şeva 12’ê Adarê de ligel hemû astengiyên rejîma Îranê bi armanca piştgiriya Efrînê li gelek bajar û navçeyan çalakî pêk anîn. Hat diyar kirin ku dê îşev jî li gelek navendên Rojhilatê Kurdistanê çalakî pêk werin.    Hat ragihandin ku duh bi şev bi hezran welatî li bajarên Bokan, Merîwan, Kamyaran, Seqiz, Sîne, Mahabad û Selmasa Rojhialtê Kurdistanê û paytexata Tehranê çalakiyên girseyî pêk hatin û li Merîwanê di çalakiyan de Ednan Hesen Pûr, Arman Xefûrî, Mihemed Daniş, Feramerz Mihemedî, Nasih Bexşî, Diyar Bezdanî û Ehmed Îran Pena hatin binçavkirin.   Komîteya Rêxistinkirina Çalakiyên ji bo Efrînê ragihand ku dê çalakiyên wan ê îro jî bi boneya Çarşema Sor li qadan berdewam bikin.