Li Serhedê rêya 349 gund û mezrayan hat girtin 2021-01-18 11:41:58 NAVENDA NÛÇEYAN – Li Wan û Colemêrgê ji ber barîna berfê rêya 349 gund û mezrayan hatin girtin.    Li Colemêrgê duh ji seaetên êvarê berfek zêde lê kir û hêj li hin deveran barîna berfê didome. Ji ber barîna zêde rêya 20 gund û 41 mezrayên girêdayî navenda Colemêrgê, rêya 56 gund û 78 mezrayan hat girtin. Tîmên paqijkirina rê dest bi xebata vekirina rêya gundan û mezrayan kir.    Li hin xalên bilind ên li Colemêrgê sitûriya berfê ji metreyek bihûrî. Wesayîtên li ser rêya wan deverên bilind asê man. Makîneyên kar ên Îdareya Taybet a Bajêr wesayît û welatiyan rizgar kirin.    WAN   Yek ji bajarê ku berf zêde lê bariya jî Wan e. Rêya 154 gund û mezrayên girêdayî navçeyên Wanê hatin girtin. Li Miksê rêya 70 gundan, li Elbakê rêya gundekî, li Şaxê rêya 33 gundan û li Payîzavayê rêya 50 gundan ji çûnehatê re hatin girtin.