Li Tirkiyê 165 kesên din jî ji ber koronayê mirin 2021-01-17 20:07:59   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 165 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da û 6 hezar 436 pêketî hatin tespîtkirin.    Wezareta Tenduristiyê daneyên dawî yên derbarê vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ên li Tirkiyê parve kir. Li gorî tabloya îro ji ber vîrûsa koronayê 165 kesan jiyana xwe ji dest da û 6 hezar 436 kes bi koronayê ketin. Li Tirkiyê ji destpêka pandemiyê heta îro 23 hezar û 997 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 milyon 387 hezar û 101 kes jî bi koronayê ketine.