Li Dersimê banga ‘bibe endamê HDP’ê’ hat kirin 2020-09-29 15:57:45   DERSİM - Hevserokên HDP’ê yên Dersimê Nûrşat Yeşîl û Îbrahîm Kasûm, bang li gelê bajarê kir ku bibin endamên partiyê.    Piştî binçavkirina siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştevaniya ku dest pê kir mezin dibe. Hevserokên HDP’ê yên Dersimê Nûrşat Yeşîl û Îbrahîm Kasûm, bang li gelê bajêr kir ku bibin endamên partiyê.    Hevserok Yeşîl, diyar kir ku zext û operasyonên li dijî HDP’ê dewam dikin û wiha got: “Têkoşîna li dijî zextan divê tenê bi HDP’ê re neyê sînordar kirin. Em hemû gelê xwe vedixwûnin avahiya partiya xwe. Werin destekê bidin me. Em gelê xwe vedixwînin ku bên bibin endamê   partiya me.”    ‘EM JI FAŞÎZMÊ NATIRSIN’   Hevserok Kasûm jî, dest nîşan kir ku desthilatdarî ji bo ku partiya me tune bike, ketiye nava hewldanan û wiha bilêv kir: “Ji bo ku serdestiya xwe ya faşîst û nijatperest dewam bike, êrîşî mûxalifê dike. Ji bo ku em vê faşîzmê berteref bikin, em dixwazin gel bibe endamê partiya me. Em ji faşîzmê natirsin û emê tucarî ne tirsin.”