Biryara berdewamkirina girtinê: Hincet lêpirsîna dubarebûyî ye 2020-09-29 12:19:50     EQNERE – Di danişîna doza Hevseroka Giştî ya Berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku girtî tê darizandin de, bi hinceta “lêpirsîna Kobanê” ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve tê meşandin, biryara berdewama girtina Yuksekdag hat dayîn.    Danişîna 20’emîn a doza Hevseroka Giştî ya Berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku girtî tê darizandin, li 16’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin. Yuksekdag, hincet nîşan da û tevlî danişînê nebû. Parêzerên Yuksekdag, Kenan Maçoglû û Nûray Ozdogan li danişînê amade bûn.    LÊPIRSÎNA DUBAREBÛYÎ   Parêzer Kenan Maçoglû, diyar kir ku muwekîla wî Yuksekdag ji ber lêpirsîneke dubarebûyî girtî tê darizandin û got ku divê bê tehliyekirin. Parêzer Nûray Ozdogan jî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist û got ku wê dawiya darizandinê de dê muwekîla wê Yuksekdag beraet bike û biryara berdewamkirina girtinê wê bibe berdewamkirina binpêkirina mafan.    AQÛBETA LÊPIRSÎNÊ   Serokê dadgehê jî diyar kir ku heta lêpirsîna derbarê Yuksekdag de bi dawî nebe dê dayîna mutalaayê ne pêkan e. Dozgeriyê jî diyar kir ku ji ber lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin, didome, daxwaz kir ku aqûbeta lêpirsînê bê pirsîn, mînaka biryarê bê şandin û girtina Yuksekdag bê berdewamkirin.    BIRYARA BERDEWAMA GIRTINÊ   Piştî daxwaza dozgeriyê heyeta dadgehê biryara berdewama girtina Yuksekdag da û danişînê taloqî 10 kanûnê kir.