Li Îzmîrê 5 kes hatin binçavkirin 2020-07-08 11:14:38   ÎZMÎR – Li Îzmîrê 5 kes bi îdiayên “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê kirine” hatin binçavkirin.    Li Îzmîrê serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt û li malan lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerîna li malan polîsan 5 kesan bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê kirine” binçav kir û birin Miduriyeta Polîsan. Hat zanîn ku kesek hatiye binçavkirin welatiyê Sûriyê ye.