Atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin

  • jin
  • 09:01 14 Kanûn 2019
  • |
img

STENBOL - Xebatkara Kovara Jineolojiyê Ceylan Çagir ku got xelasiya jinê xelasiya civakê ye û ji bo Atolyeya Jîneolojiyê bang li jinan kir. Wê atolye di 15'ê Kanûnê de dest pê bike. 

Kovara Jineolojiyê, wê di 15'ê Kanûnê de Atolyeya Jineolojiyê li dar bixe. Xebatkara kovarê Ceylan Çagir ji bo atolyeyê bang li jinan kir. 
 
Çagir, diyar kir ku jinên di bin banê atolyeyên Jineolojiyê de tên cem hev du derbarê jinê û civakê de gele tiştan nîqaş dikin. Çagir, destnîşan kir ku Jineolojî bi awayekî berfireh zanyariyên civakiyî rexne dike û mudaxileyî wana dike û got: "Heta niha ji bo hebûna jinê gelek tişt hatine gotin. Jin çi ye? Heye an tuneye? Û avakirina jinekê pêk hat. Bi destê mîtolojî, felsefe, dîn û zanistê pêvajoyeke avakirinê pêk hat. Ev avakirin di pêvajoyeke 9 tebeqeyî de pêk hatiye. Di tebeqeya jor de jina kole heye. Lê belê em hewl didin ku jina di tebeqeya jêr de maye û hatiye tunekirin derxînin holê. Jin ne tiştekî fizîkî, diyardeyeke civakiyî ye. Lewma peywira sereke ya zanyariyên civakiyî ew e ku dakevin çavkaniya vê mijarê û berevajîkirinên di vî warî de aşkere bike. Nîqaş û lêkolîn di vî warî de dest pê dikin." 
 
XELASIYA JINÊ 
 
Çagir ku got "ên hebûna wan tunebin azadiya wan jî tuneye" diyar kir ku di vî warî de zanista jinê arkeolojiya jinê dike. Çagir, da zanîn ku di pirtûka "Zayenda Dudoyan" a Sîmone de Beaûvoîr de tê gotin çavkaniya pirsgirêkên civakiyî ew e ku jin wekî ên "dera han" û mêr jî wekî "ez" tên pênasekirin û got: "Heta ku jin pênaseya xwe daneynin wê tim û tim ên dera han bin. Jineolojî, xwenaskirina jinê ye, naskirin e." 
 
KETINA CIVAKÊ 
 
Çagir, destnîşan kir ku di civaka xwezayî de jiyana hevpar, hilberîn û parvekirin heye û got: "Kodbûyîna sereke di vir de ye. Gava jin bikeve û bê windakirin, di asasê xwe de civak jî winda dike. Heger em karibin jinê rakin, di asasê xwe de ev rakirina civakê ye jî. Em ancax bi vî awayî dikarin civaka biehlaq û polîtîk ava bikin. Xelasiya jinê, xelasiya civakê ye." 
 
WÊ 17 HEFTEYAN DEWAM BIKE 
 
Çagir, ji bo atolyeya ku dê di 15'ê Kanûnê de dest pê bike jî got: "Em ê atolyeya xwe ya ewil di 15'ê Kanûnê de li Şaxa ÎHD'a Stenbolê bidin destpêkirin. Wê her hefte roja yekşemê saet di 15.00-17.00'an de pêk bê. Wê 17 hefteyan dewam bike. Ji bo tevlîbûnê em bang li jinan hemûyan dikin." 
 
MA / Sadiye Eser