Bazar bi bazar digerin, lê li her bazarê zem li ser zemê heye

  • jin
  • 09:18 13 Kanûn 2019
  • |
img

WAN - Jinan, diyar kir ku ji bo lazmatiyên xwe yên metbaxê bikirin bazar bi bazar digerin û gotin, lê belê li her bazarê zem li ser zemê heye. 

Li Wanê, ji ber krîzê û zemên tên kirin jin nikarin lazmatiyên xwe yên metbaxê bikirin. Jinan diyar kir ku ji bo lazmatiyên metbaxê bazar bi bazar digerin, lê belê li her bazarê zem li ser zemê heye. 
 
MEHÊ HEZAR Û 500 LÎRE LI METBAXÊ DIÇE
 
Ayşe Oter ku hat Bazara Sêşemê ya li Taxa Hafiziye ya navçeya Rêya Armûşê, got mehê hezar û 500 lîre li metbaxê diçe. Oter, anî ziman ku hevjînê wê bi meaşê kêm dixebite û bi zor û hefte bela debara xwe dikin. Oter, bibîr xist ku her roj zem li ser zemê tê kirin û got: "Ji ber mesref zêde lê deramet kêm e, em zehmetiyê dikişînin. Dibêjin wê meaşê kêm zêde bibe, lê wê bi bacê ji me bistînin. Em di TOKÎ'yê de dimînin. Zarok diçin dibistanê, heqê rê heye. Berê me her roj 3 kîlo şîr dikirî, ew jî biha bûye. Berê me bi 100 lîreyî 3 perçe tişt dikirîn, niha bi heman pereyî em perçeyekî dikirin. Qîmeta pera nemaye."
 
Nazan Ûras ku bi meaşê teqawidbûyînê debara xwe dike, anî ziman ku berê bi 100 lîreyî têra hefteyekê tişt dikirîn û got: "Îjar kesên bi meaşê kêmtirîn debara xwe dikin wê çi bikin? Heqê kirê didin, zarokên wan diçin dibistanç. Meaşê teqawidbûyînê bi zor û heft bela têra metbaxê dike. Tu luksa me neamye. Bi zorê li ser piya disekinin. Piştî umrekî divê em berên şîrî bixwin, lê mixabin em nikarin bikirin. Berê bi 100 lîreyî me têra hefteyekê tişt dikirîn lê niha bi heman pereyî ancax têra 2 rojan dike." 
 
GAVA ZEBZE BIKIRIN NIKARIN FÊKIYAN BIKIRIN 
 
Ayşegul Yildiz, anî ziman ku mehê 2 hezar lîre li metbaxa wan dere û got, ji bo ji hêla aborî de alîkariya hevjînê xwe bike car carinan paqijiya nav malan dike. Yildiz, da zanîn ku 3 zarokên wê diçin zanîngehê û nikarin heqê mesrefên wan bidin. Yildiz, got: "Em nikarin ji bin barê metbaxê rabin. Lê tiştekî zarûrî ye. Par min li zarokan dinerî. Îsal jî car carina paqijiya nav malan dikim. Niha betal im. Karek bi destê min bikeve ez ê bixebitim. Gava em kar dibînin jî kardêr 35-40 lîreyî didin. 3 zarokên min hene, her sê jî diçin zanîngehê. Mixabin nikarim heqê mesrefên wan bidim. Karekî bisîgorte yê hevjînê min tuneye. Berê gava diçûm bazarê min hem zebze hem jî fêkî dikirîn. Lê niha gava zebze bikirim nikarim fêkiyan bikirim. Qartona hêka bûye 14 lîre. Ceryan biha bûye. Ev hemû ji ber krîza aborî ne."