Danişîna jinên li Hatayê tên darizandin hat taloqkirin

  • jin
  • 12:21 12 Kanûn 2019
  • |
img
HATAY - Li Hatayê danişîna jinên ji ber çalakiya sala 2014'an a di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Jinê li dar xistin tên darizandin hat taloqkirin. 
 
Li navçeya Antakya ya Hatayê di sala 2014’an de komek jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Jinê li dar xistin. Bi hênceta li dar xistina çalakiyê derbarê 17 jinan de doz hat vekirin. Danişîna duyem a doza jinan dê li Dadgeha Hatayê bihata dîtin. Lê ji ber ku heyeta dadgehê tune bû danişîn nehat dîtin. Dadger mazeret nîşan da û danişîn taloqî 15’ê çileya 2020’an hat kirin.