Jinên ji ber pêşandana dansê hatin binçavkirin: Li dijî her kuştinekê em ê dengê xwe bilind bikin

  • jin
  • 11:48 10 Kanûn 2019
  • |
img

STENBOL - Jinên li dijî tundiya li Şiliyê li Kadikoy a Stenbolê dansa LasTesis kirin û hatin binçavkirin bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Ev dans li her derê tê kirin, lê li Tirkiye qedexe ye. Em dê ji bo her jinek hat kuştin bêtir dengê xwe bilind bikin." 

Jinên Şilîyê yên li dijî tundiya li ser jinan a li Şîllî şermezar bikin li Navçeya Kadikoyê dansa #LasTesis kirin û ji ber dansê 6 ijn hatin binçavkirin. 6 jinên hatin binçavkirin piştî sewqî dozgeriyê hatin kirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Jinên hatin berdan bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev dans li hemû cîhanê tê kirin, lê tenê li Tirkiye mudaxaleyî wan dikin. Sekretera Giştî ya Platforma Em dê Cînayetê Jinan Rawestînin (KCDP) Fidan Ataselim, diyar kir ku li hemû cîhanê pirsgirêkên jinan wek hev in û wiha got: "Jin li her dera cîhanê rastî tundî, tacîz, tecawiz û binpêkirina mafan tên. Strana LasTesis, stranek Îspanyolî ye. Gotinên di stranê de cih digirin, balê dikişîne ser tundiya li dijî jinê. Balê dikişîne ser tundî, tacîz û tecawizê. Li Tirkiyeyê zagona hêjmar 6284 a parastina mafê jinê heye. Dîsa peymana Stenbolê heye. Tirkiye ev peyman îmze kirine. Ez bi hinceta binçavkirina wan dikenim. Em vê binçavkirinê tu carî qebûl nakin. Em sucdariya der barê xwe de du carî qebûl nakin. Em dê hefteyê rojekê biçin îmze bavêjin. Ev tiştekî rezalet e. Ew qereqolên ku em biçin li wir îmze bidin, em dibînin ku ew qatil serset li wan deran digerin." 
 
‘EM DÊ JI BO HER JINEK HAT KUŞTIN BÊTIR DENGÊ XWE BILIND BIKIN 
 
Endama KCDP'ê Ayşen Ece Kavas jî anî ziman ku li dijî tundiya jinan li Kadikoyê kom bûn û wiha got: "Tişta li cîhanê pêk nayê li Tirkiyeyê pêk tê. Tişta li Enqereyê pêk nehat li Stenbolê kirin. Dema me li Kadikoyê performans nîşan da, polîsan hatin gotin qedexe ye û mudaxale kirin û em binçavkirin. Tişta ku em her dem dibêjin em dîsa dibêjin. Em dê jin bi hevre têbikoşin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Li ku jinek bê kuştin, em ê bêtir dengê xwe bilind bikin. 
 
Endama KCDP'ê Sevda Yenikoylu jî anî ziman ku roja yekşemê jin, ciwan zarok û hemû kes li Qada Yenîkoyê kom bûn û wiha got: "Performansa dansa LasTesis rastî eleqeyek mezin hat. Li gelek qadên cîhanê heman dans tê kirin. Lu tu devera cîhanê ev performans rastî tu astengiyan nayê. Çima li Tirkiyeyê wisa bû? Dê hesabê vê yekê bidin."