Jinan li ber Girtîgeha Bakirkoy a Jinan çalakî li dar xistin

  • jin
  • 17:26 2 Kanûn 2019
  • |
img
STENBOL – Rêxistinên Jinan li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî dan û binçavkirina Esîn Kavruk a ji bo testa DNA wê bigirin. şermezar kirin. 
 
Polîsan di 28'ê Mijdarê de li Stenbolê bi ser Kawîşa B/6 a Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de girtin û li girtiyan dan. Polîsan girtî Esîn Kavruk bi zorê ji kawîşê derxistin û birin. Polîsan bi ser kawîşê de girtiye û girtî ji kawîşê derxistine. Girtî Esîn Kavruk, di 11'ê Cotmehê de bi hinceta li ser medya civakî li dijî êrîşa Tirkiye ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotina “Ji şer re na" parve kiribû bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kiriye" hatibû girtin. Kavruk, piştî hatibû girtin şandibûn Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. 5’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê ji bo testa DNA ya Kavruk bigirin, biryar dabû. Bêyî riza Kavruk di 11'ê mijdarê de ew birin Saziya Tipa Edlî (ATK) û xwestin mînaka xwînê û tûka wê bistînin. Piştî Kavruk ev pêkanîn red kiribû, bi girtina bijîşkan dîsa Kavruk şandibûn girtîgehê. 
 
Rayedarên girtîgehê bi Kavruk re hevdîtin kiribûn û gotibûn "Fermana dozgeriyê heye. Tu bi daxwaza xwe neçe polîsên TEM'ê dê bên te binçav bikin û bibin." Li ser vê yekê girtiyên odeyê diyar kirin ku destûr nadin vê yekê. Li ser vê yekê midûr gotibû "Wê demê em ê bi ser kawîşê de bigirin û we teslîmî polîsan bikin. Girtiyan diyar kirin ku parêzerên wê ev yek îtîraz kiribûn, Lê polîsan bi ser kawîşê de girtin û girtî li girtîgehê binçav kirin. 
 
NÛNERÊN SAZIYÊN JINAN LI BER GIRTÎGEHÊ DAXUYANÎ DAN 
 
Endam û nûnerên rêxistinên jinan bi boneya balê bikişînin ser binçavkirina Esîn Kavruk a ku polîs û gardiyanan bi hevre li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi ser kawişê de girtin û ji bo testa DNA bi zorê binçavkirin, li pêş girtîgehê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên Meclîsa Jinên Sosyalist (SKM), Jinên Anarşist, Platforma Jinan a Dersîm û Meclîsa Jinan a HDP'ê jî di navde gelek saziyên jinan û nûnerên jinan kom bûn û duxayanî dan. 
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kılıç Koçyîgit, Parlamentera  HDP'ê Meral Danış Beştaş, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut û xizmên girtiyan amade bûn. Jinan li ber girtigehê pankarta “Li vê girtîgehê îşkenceya zayendî heye" vekirin û dirûşmeya “Li Bakirkoyê îşkenceya zayendî heye" berz kirin. Parlamenterê HDP'ê Meral Danış Beştaş axivî wiha got: "Heta niha têkildarî mijarê Wezareta Dadê tu daxûyanî nedaye. Em vê yekê rexne dikin. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. ÎQtîdara AKP-MHP'ê dijminê jinêye. Em bang li Enqereyê dikin ku nebin şirîkê îşkenceyê. Hefteya pêşiya me emê têkildarî mijarê ziyaret, nerin û serlêdanên xwe bikin. Jin ne tenê ne. Em jin bi hevre li dijî îşkence û tundiya li ser jinan dengê xwe bilind dikin û em ê dengê xwe bilind bikin."  
 
'PÊKANÎNÊN DIJDEMOKRATÎK DIDOMIN' 
 
Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî anî ziman ku ew bi minaka Bakirkoy re rû bi ru ne û wiha got: "Îro li dijî bûyerên antîdemokratîk çalakiyên greva birçîbûnê didomin. Bi destê AKP'ê azadiya ramanê li her derê tê bisînorkirin. AKP di heman demê de mafê jiyanê îhla dike. Li Tirkiyeyê mafê jiyanê bi destê dewletê di bin gefan deye. Mirov li kawîşên xwe rastî lêdanê tên. Mînaka DNA distînin. Ev bi xwe îşkence ye. Jinên girtî ne bi tenê ye. Em dê li meclîsê, li qada neteweyi û navneteweyî şopdarê ve yekê bin. Vê îşkenceyê li ser her kesî ferz dikin. Em bagn li her kesî dikin ku li dijî vê îşkenceyê hestiyar tev bigerin. Ger ku em bibin yek û têbikoşin, em dikarin vê îşkenceya polîs û dewletê asteng bikin." 
 
Piştre li ser navê jinan Nurten Karahanci daxuyanî da û got: "Li gel ku eleqeya Esin Kavruk û lêpirsîna tê kirin bi hev tune ye bi zorê mînaka bedena wê distînin. Esin Kavruk bi xwe xizmetkara tenduristiyê ye. Di 11'ê mijdara 2019'an de gardiyanan bi zorê xwestine mînaka par û tûka wê bistînin û bi zorê binine Saziya Tipa Edli. Ev yek qebul nekiriye û ji ber vê yekê gritek girtine. Di 28'ê mijdarê de Kavruk bêyî daxwaza wê bi zorê ji bo testa DNA'ê bigirin bi ser kawîşa B-6 de girtine. Girtiyên ku testa DNA Ya Esin Kavruk red kirine rastî lêdanê hatine. 16 girtiyên jin rastî lêdanêhatine. 
 
Em wekî rêxistinên jinan carek din tînin ziman ku em li dijî van pêkanînên neheq em li berxwedana wan xwedî derdikevin. Li dijî vê pêkanîna mêre serdest a li dijî Esin Kavruk  û girtiyên ve B-6’ê em şopdar bin ku berpirsiyar bên darizandin. "
 
Piştî daxuyaniyê jinan dirûşmeya “Li B/6 işkence heye." “Jinên polîtik tu carî ne bi tenê ne." berz kirin.