Li bajaran ji bo 25'ê Mijdarê bang kirin

  • jin
  • 14:59 20 Mijdar 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan di daxuyaniyên li bajarên dan de banga tevlîbûna 25'ê Mijdarê li her kesî kirin. 
 
Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. Jinan li navçeya Farqîn a Amedê ji bo jinên hatin kuştin şitil çandin. 
 
MÊRSÎN 
 
Platforma Jinê ya Mêrsînê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de, li Parka Ozgur Çocuk daxuyanî da çapemeniyê. Jinan di daxuyaniyê de pankarta "Bi lezgînê pêşiya kuştinên jinan bigirin" vekirin. Li ser navê Platformê Azîze Kûrnaz axivî. Kûrnaz, diyar kir ku her ku diçe tundiya li dijî jinê zede dibe û wiha got: "Emê  li dijî tundiya dewletê ya zilam li çar aliyên cîhanê dengê xwe bilind bikin. Ji bo vê em bang li hemû jinan dikin ku di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan."
 
 
Piştî axaftina Kûrnaz, daxuyanî bi berzkirina "Bijî piştevahiya jinê" bi dawî bû. 
 
RIHA
 
Platforma Jinan a Rihayê, bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê li avahiya Partiya Komarê ya Gel (CHP) bi daxuyaniyekê aşkere kir. Jinan dest pê kê binçavkirina Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk û qeyûm tayînê cihê wê kirin şermezar kirin û bertek nîşan dan. 
 
Hevberdevka Demî ya Platforma Şaxên KESK’ê ya Rihayê Eylem Salar li ser navê platformê daxuyanî da û wiha axivî: “Qeyûm êrîşên li ser destkeftiyên jinan û pergala hevserokatiyê ye. Pergala hevserokatiyê ne sûçe. Em tim xwedî destkeftiyên jinan derkevin û ji bo vê têbikoşin. Em dixwazin demildest hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk bê berdan û peywira wê bê îadekirin.”  
 
Salar dûre bernameya çalakiyên di 25’ê Mijdarê de li dar bixin aşkere kir. 
 
Bernameya platformê ya 25’ê Mijdarê wiha ye: 
 
"* 22’yê Mijdarê, ekîba Şanoya Mencel a Wanê wê lîstika ‘Kozik’ li Salona Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Rihayê pêşkêş bike.
 
*25’ê Mijdarê, daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.  
 
*30’ê Mijdarê, wê li Komeleya Piştevaniya Jinê şahiyek bê lidarxistin.”
 
AMED 
 
Şaredariya Farqînê biboneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li Gaza Topê bi tevlîbûna jinan şitil çandin. Hevşaredarên Farqînê Naşîde Toprak û Abbas Hîlmî Azîzoglu, endamên meclîsa şaredariyê yên jin, Hevserokên HDP’ê yên navçeyê û gelek jin beşdarî çandina şitilan bûn. Alîkara Hevşaredariyê Medîne Olçen, li vê derê daxuyaniyek kurt da û got: “Jin têkoşîna xwe ya li dijî tundiya dewletê dewam dikin. Jinên ku xwedî vîn, ked, nasname, ax û mafê xwe yê jiyanê derdikevin îsyana xwe mezin dike. Ji bo ku em bibin îsyana jinên rastî tundiyê tên, divê em rêxistin û têkoşîna xwe mezintir bikin.” 
 
Jinan piştî daxuyaniyê, ji bo jinên hatine qetilkirina şitil çandin û dûre navê her jinekê ku hatiye qetilkirin li şitilan kirin. 
 
Ligel çalakiya şitil çandinê, di heman demê de li navçeyê bi boneya 25’ê Mijdarê pankart û billborardên nivîsên bi kurdî û tirkî li ser nivîsandî hatin daliqandin.