Yekemîn car wê tevlî çalakiyeke jinê bibe: Qîrîniya me jinên din jî bandor dike

  • jin
  • 09:16 20 Mijdar 2019
  • |
img

STENBOL - Ji Jinên Misilman Ên Dij Kapitalîst Bahar Çalmak ku heya roja îro tevlî çalakiyên jinan nebûye, diyar kir ku ew ê di 25’ê Mijdarê de yekemîn car tevlî çalakiyeke jinan bibe û bang li jinan kir ku biherikin qadan.  

 
Roja 25’ê Mijdarê Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, wê li tevahiya cîhanê bi mîlyonan jin dakevin qadan û tundiya li dijî jinê şermezar bikin. Yek ji welatên herî zêde rastî tundiyê tên Tirkiyeye. Jin wê ligel hemû zext û qedexeyan jî dakevin qadan û bertekên xwe nîşan bidin. Ji Jinên Misilman Ên Dij Kapitalîst Bahar Çakmak ku heya roja îro tevlî tu çalakiyên jinan nebûye, wê di 25’ê Mijdarê de yekemîn car beşdarî meşa jinê bibe. 
 
Çakmak, diyar kir ku gelek jinên rastî tundiyê tên hene, lê ev jin bi tu awayî dengê xwe dernaxin û wiha axivî: “Ji bo van jinan, em zêde serê xwe na êşînin. Zilam ne tenê tundiya beden dike, di heman demê de tundiya aborî û derûnî jî dike û em bûne şahidê vê yekê. Bi lezgînî divê jin serbixwetiya xwe ya aboriyê qezenc bikin.”
 
‘QÎRÎNIYA ME BI BANDOR DIBE’
 
Çakmak, bal kişand ser girîngiya 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiyê û wiha got: “Ev roj pir girînge. Di heman demê de roja zanebûna jinê ye. Ez vê rojê weke qada têkoşîna civakî dibînim. Ji ber vê rojek bi nirxe. Divê jin vê rojê dakevin qadan û qîr bikin. Ji bo ku rastî tundiyê neyin divê deng derxînin. Têkoşîna jinê dem bi dem li kolanan deng ve dide. Lê ez têr nabînim. Divê em têkoşînek bi hêztir bi rêve bibin. Qîrîniya me bi bandore û bandorê li ser jinên cuda dike.”
 
‘EZ Ê YEKEMÎN CAR TEVLÎ ÇALAKIYEKÊ JINÊ BIBIM’
 
Çakmak, banga tevlîbana çalakiyan li jinan kir û wiha got: “Girînge ku jin tevlî çalakiyan bibin. Li gorî min ev girînge. Ez jî nizanim ku çima heya niha tevlî nebûme. Dibe ku heya niha rastî tundiyê nehatibim. Lê min ferq kir ku divê ez jî tevlî bibim. Di encamê de ez jî jinim û dibe ku rastî tundiyê bêm. Ji ber vê di 25’ê Mijdarê de ezê yekemîn car tevlî çalakiyê bibim. Divê jin li dijî bêmafiyên li wan tên kirin, dengên xwe bidin bihîstin û ji bo zarokên xwe li qadan bin.”