Ji xwişkên Mîrabel heta niha têkoşîna li hemberî şidetê didome

  • jin
  • 09:16 20 Mijdar 2019
  • |
img

STENBOL - Li Tirkiyeyê şideta li hemberî jinê didome. Jinên ala ji dest Xwişkên Mîrabel wergirtin, ji bo pêkanînan qanûnan û wekheviya zayendî wê careke din dakevin qadan. 

 
Di 25'ê Mijdara 1960'î de li Komarê Domînîkê li ber kendalekî cenazeyê 3 jinan hatibû dîtin. Ev her sê bedenên bêgiyan bûn sembola têkoşîna li hemberî dîktatoriyê. 3 xwişkên hev ên li herêma Cîbas a Komara Domînîkê hatin diyayê û bi navê "Xwişkên Mîrabel " hatin naskirin, ji wan Patrîa di meha Hezîranê ya sala 1960'î de Tevgera Clandestîneyê ava kir. Paşê Mînerva û Marîa Teresa jî tev li vê tevgerê bûn. Piştî vê dîktatoriya Trûjîllo bi zext û zorî bi ser wan de çû. Her sê jin, ji ber têkoşîna xwe ya li hemberî dîktatoriyê bi zext û zoriyên giran re rû bi rû man. Piştî dîktator Trûjîllo fêm kir bi zext û zoriyan nikare rê li ber têkoşîna jinan bigire, di 25'ê Mijdara 1960'î de dest bi îşkenceyê kir. Gava xwişkên Mîrabel, ji serdana hevjînên xwe yên di girtîgehê de vedigeriyan, hêzên dîktator Trûjîllo bi zorê ew ji wesayîtên wan derxistin û tecwizî wan kirin û wan bi îşkenceyê qetil kirin. Wê demê ji bo mirina xwişkên Mîrabel hat gotin ku "qeza" kirine. Piştî mirina wan bi salekê, tevger û têkoşîna wan dawî li dîktatoriya Trûjîllo anî. 
 
BI ÇALAKIYAN HATIN BIBÎRANÎN
 
Jinên Amerîkaya Latîn ku xwişkên Mîrabel ji bîr nekirin, wan bi navê "Pinpinîk" bi bîr anîn û di 25'ê Mijdara sala 1981'ê de li Komara Domînîkê kom bûn û konferanseke jinan li dar xistin. Di konferansê de biryar hat girtin ku roja qetilkirina her sê xwişkan kirin "Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta li Dijî Jinê". Paşê di sala 1999'an ev roj ji aliyê Neteweyên Yekbûyî jî bi heman awayî hat ragihandin. Piştî vê jinan li çar hawirdorê cîhanê bi çalakiyên cur bi cur "Pinpinîkan" bibîr anîn. 
 
3 HEZAR Û 94 JIN HATIN KUŞTIN 
 
Têkoşîna xwişkên Mîrabel li Tirkiyeyê jî didome. Li Tirkiyeya ku her roj herî kêm jinek tê kuştin, li gorî daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin; ji sala 2008'an heta 10 mehên ewil ên sala 2019'an 3 hezar û 94 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin. 
 
PEYMANA STENBOLÊ
 
Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin Fîdan Ataselîm, anî ziman ku rêya sereke ya pêşîgirtina li ber cinayetên jinan Peymana Stenbolê ye. Ataselîm, anî ziman ku peyman di pratîkê de pêk nayê û got: "Li Tirkiyeyê ji ber ku jin dixwazin derbarê jiyana xwe de biryaran bigirin, tên kuştin. Gava dixwazin dev ji hevjînê xwe berdin, gava dixwazin li gor dilê xwe kincan li xwe bikin bi bahaneyên cuda jiyana wan tê binpêkirin. Her kêliya ku cinayetên jinan neyên rawestandin wê tim û tim cinayetên jinan zêde bibin." 
 
BANGAWAZΠ
 
Ataselîm, bal kişand ser wateya Peymana Stenbolê û got: "Ji ber newekheviya zayendî ya civakiyî, şideta li ser jinan zêde dibe. Di vî warî de Peymana Stenbolê xwedî rolekî tevdîrgirtinê ye. Sedema şideta li ser jinê aşkere dike û pêşîlêgirtina wê gav bi gav vedibêje. Yanî Peymana Stenbolê, ji bo pêşîlêgirtina şidetê xwedî roleke mezin e." 
 
Ataselîm, ji bo 25'ê Mijdarê bang li jinan hemûyan kir û got: "Em bang li jinên dibêjin 'Ez naxwazim bimirim, em naxwazin bimirin' dikin ku dakevin qadan."