Farûk A yê xwest Y.O. bikuje, li salona dadgehê gef li jinan xwar

  • jin
  • 15:17 19 Mijdar 2019
  • |
img
ENQERE - Omer Faruk A yê xwest Y.O. bikuje û hat darizandin, li salona dadgehê gef li parazvanên jin xwar û got: “Bi destûra xwerê rûyê min spî ye. Min dest ji wan karan berdan. Hûn dê hemû ji niha û şûnde bibînin."
 
Omer Faruk A. yê xwest Y.O. bikuje û doz der barê wî de hat vekirin, li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Di danişînê de parêzerê Y.O., parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Nûnerên ÎHD'ê Jinên Baroya Enqereyê amade bûn. Bersûc Omer Faruk A. ji girtîgeha lê girtî bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû. Serokê heyeta dadgehê, diyar kir ku piştî 1'emîn Daîreya Ceza biryar xera kir, dê biryar bidin ku ji nûve cihê bûyerê bê lêkolînkirin û keşifkirin. Parêzerê bersûc Şevket Can Ozbay,  xwest muwekilê wî serbest bê berdan. Endamên OHD, ÇHD û ÎHD'ê jî xwestin mudahilê dosyayê bibin. Xizmên bersûc ewil qebûl kirin û piştre daxwaza parêzeran red kirin. 
 
Parêzera mexdûr Kubra Ekmen, jî anî zima nku li gel Omer Faruk A. 3 salin girtî ye jî dîsa gefên xwe li girtîgehê jî berdewam dike û wiha got: “Hin caran heta malê dişopîne, hin caran jî ji girtîgehê peyaman dişîne. Mafê jiyanê ya muwekila min di bin talûkeyê de ye. Em dixwazin piştî bûyerê jî kesek şahidiya mexdûriyeta muvekkila min bike. Em dixwazin bersûc girtî bê darizandin. Di îdîanameyê de bersûc diyar dike ku ne poşman e. Heta niha tu delîl nehatiye lêkolînkirin. Em dixwazin Suleyman Orman jî tev li xebatên keşifê bibe." 
 
Parêzera mexdûr Gizem Ozden jî diyar kir ku ev doz doza têkoşîna li dijî tundiya jinê ye û wiha got: “Ev darizandin, li gorî me ne wekî cînayetekî teknîkî hatiye dîtin. Ev doza têkoşîna li dijî tundiya jinê ye. Ger ku li vir parêzerên mêr hebûya dê helwesta wan li hemberî me cuda bûya. Bersûc gefa ‘Bi qasî ez li vir girtî bim ew qas emrê wê maye' û gefan li muwekila min dixwe. Pir aşkere ye ku bersûc delîl winda kirine. Em dixwazin bersûc Omer Faruk A. girtî bê darizandin. 
 
Bersûc Omer Faruk A., jî parastin kir û got: “Bi destûra xwerê rûyê min spî ye. Min dest ji wan karan berdan. Hûn dê hemû ji niha û şûnde bibînin."
 
Heyetdê jî xwest di navbera 14 û 15'ê Kanûnê de li cihê bûyerê keşif bê kirin. Daxwaza parêzerên OHD, ÎHD û û ÇHD’ê qebûl kir û xwest BerSûc Omer Faruk A. girtî bê darizandin. Heyetê doz taloqî 15'ê Çileya 2020’an kir.