Alagaş a hêjayî xelata Maria Grazia Cutuli hat dîtin: Serkeftina jinên kurd ên rojnameger e

  • jin
  • 09:01 18 Mijdar 2019
  • |
img

STENBOL – Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Nûçeyan a Jin Newsê Safiye Alagaş ku hêjayî xelata rojnameger Maria Grazia Cutuli ya rastî êrîşa El Qaîde hat û hat kuştin, hat dîtin, diyar kir ku ev serkeftin encama serkeftina rojnamegerên jin ên Kurd a navneteweyî ye.

Koma RCS'ê ku Rojnameya Corrîere Della Sera jî di nav de li Îtalyayê gelek weşanên vedor diweşîne, di beşa rojnamegeriya navneteweyî de, Midura Karê Nivîsan a Ajansa Nûçeyan a Jin Newsê Safiye Alagaş layîqî xelata ku li ser navê rojnamevana îtalî Marîa Grazîa Cûtûlî ku di êrîşeke El Qaîdeyê de jiyana xwe ji dest dabû tê dayîn, dît.  Xelata ku îsal cara 15'emîn e tê dayîn, dê di 23'ê Mijdarê de li bajaroka Santa Venerîna ya girêdayî bajarê Cataniayê yê li Girava Sîcîlyayê ya Îtalyayê ku goristana Cûtûnî lê ye, bi merasîmekî diyarî Alagaş bikin. 
 
Marîa Grazîa Cûtûlî nûçegîhana Rojnameya Corriere Della Serayê bû û di 19'ê Mijdara 2001'an de li Afganistanê di êrîşeke El Qaîdeyê de jiyana xwe ji dest da.  Alagaş, diyar kir ku bi vê xelatê serkeftina jina kurd a rojnameger di qada navneteweyî de hatiye dîtin û dê nivîsa vê heqîqetê berdewam bike. 
 
‘XUYA DIKE EM DIKARIN BIBIN BERSÎV' 
 
Alagaş, anî ziman ku jina Kurd di qada rojnaemgeriyê de hem ji aliyê zimanê mêr ve û hem jî li qadê li ruxmê hemû zext û tundiyan li ser piyan in û wiha got: "Em di vê qadê de jî pêşengiyê dikin. Ji ber vê yekê ev xelat gelek bi wate û taybet e. Ji ber xelat li ser navê jinek rojnameger a ji aliye El Kaideyê ve hatiye kuştin, tê dayîn bêtir bi wate ye. Maria Cutulî li Afganistanê ji aliyê El Kaide ve hat kuştin. Dema em li Rojhilata Navîn dinerin bi taybetî li Rojava jinên rojnameger ên jin hene. Li Mahmurê ji aliyê DAÎŞ'ê ve Deniz Firat hat qetilkirin. Hem rojnamegerî dikir û hem jî li dijî hişmendiyekê têdikoşiya. Ji ber vê yekê ev xelat ne tenê ya Safiye Alagaş e. Xelat ya serkeftina Denîz Firat, Nujiyan Erhan, Gurbetelî Ersoz e. Li vir para wan jî heye. Serkeftina wan jî di vir de heye. Ji ber vê yekê xwedî wateyek mezin e. Ez difikirim ku hindik be jî em dibin bersîv. 
 
'EWIL ROJNAMEGERAN DIKIN DEHEF' 
 
Alagaş bal kişand ser zextên îktîdarê yên li dijî rojnamegeran û wiha lê zêde kir: “Bi taybetî li qadên şer rojnameger her dem hedef in. Ewil ew dibin hedef. Me ev yek di êrîşên Sûriyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê de dît. Li wir rojnameger di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin. Li vir rojnamegeran bi taybetî dikin hedef. Ji ber ku rojnameger rastiya qada şer dinivîsin. Li wir kijan rastiyê dibînin dinivîsin. Lê yên êrîş dikin naxwazin cîhan û gelên herêmê vê rastiyê bibînin û rojnamegeran dikin hedef. Li Tirkiyeyê hemû rojnameger hedef in. Li Tirkiyeyê dixwazin li gorî xwe rojnamegeran ava bikin."  
 
'XELAT DANE BERXWEDANÊ' 
 
Alagaş, da zanîn ku rojnamegerên jin tevî hemû zext û tundiyan, têkoşîna xwe berdewam dikin û wiha bi dawî kir: "Em dest ji vê têkoşîna xwe bernadin. Ji ber ku em rastiyan dinivîsin em rastî êrîşan tên. Der barê me de doz tên vekirin. Hevalên me tên binçavkirin û girtin. Duh 2 hevalên me yên jin ên rojnameger hatin girtin. Ji ber karê rojnamegeriyê dikin tên girtin. Ev zext ne nû ne. Mînak Gurbetellî Ersoz li Tirkiyeyê rojnamegerî kir, hat qetilkirin. Têkoşîna xwe dewrî Maria kir. Wê jî li Afganistanê rojnamegerî kir hat kuştin. Têkoşina Maria Deniz Fırat dewir girt. Denîz Firat jî ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat kuştin. Em dê di şertê wisa de bi înat rojnamegeriyê berdewam bikin û rastiyan binivîsin. Têkoşîna me di qada navneteweyî de tê dîtin. Ji ber vê yekê ez wekî ku xelat dabe berxwedanê pênase dikim " 
 
Alagaş, herî dawî bibîr xist ku rojnameger xwedî erk in ku rastiyê bigînin civakê û wiha bi dawî kir: "Em wekî Jin News bi dirûşmeya ‘Bi pênûsa jinê di şopa heqîqetê de' derketin rê. Em dê bi pênûsa jinê nivîsandina heqîqetê berdewam bikin. Em tu carî tawîzan ji vê xeta xwe nadin." 
 
MA / Ferhat Çelik