Dadgehê dosyaya mêrê ku hevjîna xwe ya welidî birîndar kir qebûl nekir

  • jin
  • 17:22 22 Cotmeh 2019
  • |
img
DÎLOK – 1'emîn danişîna doza Mehmet Yirtici yê hevjîna xwe Guldane Yirtici li nexweşxaneyê dema welidî birîndar kir, li 11'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Dîlokê  hat dîtin. Heyeta dadgehê biryara bê peyvirdariyê da û dosya disa li dozger vegerand. 
 
1'emin danişîna doza Ahmet Yirtici yê li Dîlokê hevjîna xwe Guldane Yirtici dema li nexweşxaneyê welidî birîndar kir, li 11'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Dîlokê hat dîtin. Di danişînê de Mehmet Yirtici yê li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê girtî ye û mexdûr Guldane Yirtici û parezerê wê Hakan Kizilarslan amade bûn. Ji ber salon biçûk bû danişîn li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê hat dîtin. Gelek parlamenter, nûnerên rêxistinên civakî û nûnerên saziyên jinan jî di danişînê de amade bûn. Bersûc Mehmet Yirtici parastin kir û xwe mafdar nîşan da. 
 
Di danişînê de mexdûr Guldane Yirtici jî anî ziman ku nêj nû welidî bû hat zarokê xwe dît û wiha got: "Ji min re got tu yê vegere malê. Êvarî dîsa hat nexweşxaneyê û dîsa got 'Tuyê bê malê? Min jî got dema ez ducanî bûm te li min da û te xwest min bikuje. Destê xwexist qirika min û xwest min bikuje. Li pêş çavê zarokên min li min da. Ez çima vegerim cem mirovekî wisa? Wê demê wî got ‘Wê xwedî ruhê te nestîne. Ez ê ruhê te bistînim. Ez ê te bikujem.' û kêr li min kişand xwest kêrê li ser dilê min bixe. Wê demê xwişka min li cem min bû. Xwe avêt ser min. Ne ji xwişka min bûya ezê îro mirî bûma. 7 kêr li bedena min ketin. " 
 
Piştî navberê heyeta dadgehê biryara berdewama bersûc da û der barê dosyayê de biryara bê peyvirdariyê da û dosya dîsa li dozger vegerand.