‘Em ê dest ji jiyan û mafê xwe bernedin’

  • jin
  • 13:43 22 Cotmeh 2019
  • |
img
ENQERE - Platforma Jinan a Edenê, wê bi şîara “Em dest ji jiyan û mafê xwe bernadin” heya 25’ê Midarê çalakiyên cur be cur li dar bixe. 
 
Platforma Jinan a Edenê, bi şîara “Em dest ji jiyan û mafê xwe bernadin” li Parka Abidîn Dîno daxuyanî da çepemeniyê. Jinan di daxuyaniyê de bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî piştevaniya jinê” û “Cînayetên jinan polîtîkin” berz kirin. 
 
'HERÎ KÊM 53 JIN HATIN KUŞTIN’
 
Endam Platforma Jinan a Edenê Parêzer Sevîl Araci Bek, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Her roj ji çar aliyên welat agahîn tundiya li dijî jinan tê. Tenê di meha Îlonê de 53 jin hatin kuştin. Tundî û tacîzên li ser jin û zarokên pir zêde bûne. Li dijî van sûcan tedbîrên girîng nayin girtin û cezayê tê xwestin nayin dayîn. Em jin li kargehan jî rastî tundî û zextan tên. Hîna duh li Şaredariya Seyhanê xebatkarek jin rastî tacîza amîrê xwe hat. Paketa daraza duyemîn tê nîqaşkirin. Em bi fikarin ku destkeftiyên jinan ji dest ên jian bên girtin. Em naxwazin bimirin. Her ku em dibêjin divê bi lezgînê pêşiya cînayetên jinan bên girtin, jiyana jinan bêtir dikeve talûkê.”
 
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BILINDTIR BIKIN’
 
Prz Bek bal kişand ser operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û wiha bilêv kir: “Di operasyona li dijî Sûriyeyê de ji 300’an zêdetir sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Em difikirin ku aştiya herî xerab jî, ji şerê herî baş baştire. Ji ber vê em carek din daxwaza xwe ya aştiyê nû dikin.”
 
Bek, da zanîn ku weke Platforma Jinan a Edenê, ew ê bi şîara “Em dest ji jiyan û mafê xwe bernadin” heya 25’ê Mijdarê, çalakiyên cur be cur li dar bixin û têkoşîna xwe bilindtir bikin.