Piştevaniya Jin a Sûltangaziyê hewl dide bibe komele

  • jin
  • 09:08 22 Cotmeh 2019
  • |
img

STENBOL - Endamên Piştevaniya Jin a Sûltangaziyê, bi derameta ku ji konserveyên çê dikin dixwazin komeleyekê ava bikin. 

Piştevaniya Jin a Sûltangaziyê, heta niha bi gelek çalakiyan hewl daye binpêkirinên mafan xuyangtir bike. Niha jî endamên piştevaniyê hewl didin bi derameta konserveyên ku çê dikin komeleyekê ava bikin. 
 
Endama piştevaniyê Fîlîz Bahar, diyar kir ku ew dixwazin bi derameta konserveyên çê dikin cihekî ava bikin û bi vê komeleyê dixwazin di her warî de jinan serwext bikin û ew ê gelek çalakiyan jî li dar bixin. Bahar, destnîşan kir ku ew dixwazin xwe bigihînin hemû jinan û got: "Em dikarin bi tevgera jinê rêxistinbûyînê xurtir bikin. Çimkî zor ûz ehmetiyên pergalê zêde ne. Barên li ser milên jinan zêde ne, êşên me pir in. Loma em dikarin li dor pareke hevpar bigihên hev." 
 
Endama piştevaniyê Songul Agdogan jî bal kişand ser girîngiya piştevaniya jinê û got: "Gava em jinekê jî xelas bikin, ev ji bo me cihê destkeftiyeke mezin e. Bi saya vê piştevaniyê em gelek tiştan ji hev hîn bibin." 
 
‘EM BI HEV RE XURTIR DIBIN' 
 
Endama piştevaniyê Fatma Aydogan jî bilêv kir ku gava jin li cem hevdu bin xweşiktir û bihêztir dibin. Aydogan, got: "Em vê piştevaniyê sirf ji bo vên cem hev du û sohbet bikin ava nakin. Me ev ji bo perwerdehî, hînkarî, alîkarî û gelek tiştên din ava kiriye. Rewşa aborî ya mirovên li vir nebaş e, divê jin hilberînin. Eger em di nav vê piştevaniyê de cih bigirin em ê gelek tiştan hînî hev bikin." 
 
Aydogan, bang li jinên li Sûltangaziyê kir ku di nav vê piştevaniyê de cih bigirin.