‘Di 3 salên dawî de 51 hezar û 818 zarokên biyanî li Tirkiyeyê rastî îstîsmarê hatin'

  • jin
  • 12:04 21 Cotmeh 2019
  • |
img
ENQERE – Cîgira Serokên Giştî ya CHP'ê Gamze Akkuş Îlgezdî, diyar kir ku li Tirkiyeyê di nava salên 2014-2017'an de 51 hezar û 818 zarokên biyanî yên jin rastî îstîsmara zayendî hatin. 
 
Cîgira Serokên Giştî ya Partiya Gel a Komarê (CHP) û Parlanentera Stenbolê Gamze Akkuş Îlgezdî, li ser daneyên ku ji Wezareta Karên Hundir kom kirin nexşeyek amade kir û daneyên îstîsmara li dijî zarokên biyanî parve kir. Îlgezdî, diyar kir ku li Tirkiyeyê di nava salên 2014-2017'an de 51 hezar û 818 zarokên biyanî yên jin rastî îstîsmara zayendî hatin. Îlgezdî, di raporê de anî ziman ku di nava salên 2009-2018'an de 175 hezar û 662 kes rasti êrîşa zayendî hatine û wiha got: "Yên bersûcên biyanî 3 hezar û 340 kes yanî ji sedî 2 ne. Di sala 2014’an de mexdûrên îstîsmara zayendî ji sedî 170 biyanî bûn. Di sala 2017’an de ev rêje derket ji sedî 736'an. Di sala 2017'an de hêjmara zarokên rastî îstîsmara biyanî hatin li gorî sala 2016'an ji sedî 43 zêde bû. Li gorî rapora wezaretê di sala 2016’an de 992 zarokên biyanî rastî îstîsmara zayendî hatin.