'Polis xwest bi bataniyê bifetisîne'

  • jin
  • 09:06 21 Cotmeh 2019
  • |
img

AMED – Endama SGDF'ê Helîn Yagmur Ucî, diyar kir ku rastî gefa tacîz û tecawiza polîsan û îşkenceya polîsan hatiye û wiha got: "Patanî avêtin ser serê hevalên min ên malê û xwestin wan bifetisînin." 

Endama Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalist (SGDF) Helin Yagmur Ucî, Endama MYK'ê ya Meclisa Jinên Sosyalist (SKM) Satiye Ok û Endama SKM ya ESP'ê Beren Atici dema li malê bûn, polisan saet di 04.00 ên 18'ê Cotmehê de bi ser mala wan de girt û bi îşkenceyê binçav kirin. Polîsan deriyê malê şikandin û bi îkenceyê binçavkirin. Polîsan Endama SGDG'ê Helin Yagmur Ucî û 2 hevalên wê yên jin binçavkirin. Ucî, diyar kir ku nêzî 2 saetan rastî tacîz û hewldana tecawizê ya polîsan hat. Ucî, anî ziman ku çawa polîsên rûpoş ketin malê dest bi îşkenceyê kirin û wiha got: “Ewil  em li erdê dirêj kirin. Polîsan em dirêj kirin û pêl li pişta me kirin. Bi qasî 10 deqîqeyan liser pişta me sekinîn. Polîsan xwest em telefonê xwe vekin. Dema me venekir em birin odeyên cuda û îşkence li me kir." 
 
'XWESTIN BI BATANIYAN BIFETISÎNIN'
 
Ucî, destnîşan kir ku polîsan bi lûleya çekê tacîz kiriye û wiha got: "Li ruyê min dan û mewê min werimiye. Li 2 hevalên min ên jin jî îşkence kirin. Hevala me Beren li odeyek din îşkene lê dikirin. Dengê wê pir dihat. Dema ez derketim ewyanê bataniye avêtibûn ser serê Berenê. Çarçef li serê wê gerandibûn. Destê wê bi kelepçeya plastik giredabûn. Zendê wê zor bûbûn. Bi destan tacîz dikirin. Beren nikarîbû nefes bistendiya. Dixwestin wê bi bataniyê bifetisînin. Çavên wê girêdayî bû. Dixwestin ruyê wê bigirin û bifetisînin." 
 
'BI COPAN GEFA TECAWIZÊ XWARIN'
 
Ucî, diyar kir ku polîsan bi israr xwestin li telefona wê binerin û ji ber ku wê destûr neda polîsan hewl dan tiliya Satiye Ok bişkînin û wiha got: "Polîsan got 'Ka meqesê bînin em porê wê jêkin. Ji ber ku li min didan serê min li jêr bû. Polîsê ku çek xistibû serê min, rûpoş ji serê xwe derxist û ruyê xwe nîşanî min da. Got 'Vî rûyê min ji bîr neke. Ez ê rûyê te yê xweşik perçe bikim' Polîsekî din got 'Ger hûn bi ya me nekin emê bi vî copî tecaawîzî we bikin.' û gef li me xwarin." 
 
 
Ucî, da zanîn ku piştî lêgerîna li malê xwest bi zorê girteka ku zerar negîhiştiye malê bi wan bide îmzekirin û dîsa rastî tundî û gefên tacîzkar hatin. Ucî, anî ziman ku Beren a der barê wê de biryara binçavkirinê tune bû ji ber li malê rastî îşkenceyê hat 2 rojin verdişe û nikare bi hêsanî nefesê bistîne û wiha got: "Rojê 2 derziyan li xwe dide û bi derman li ser piyan dimîne. Dîsa hevala me Satiye ji ber êşa serê xwe û stuyê xwe nikare bi şevê razê. Mil û piyên wê ji ber lêdanê reş û şîn bûne. Em li Midûriyetea Polîsan a Amedê rastî îşkenceya tazîkirinê hatin. Ji ber ku me destûr neda lêgerîna tazî bikin, di bin çavan de îşkence kirin. Me di îfadeya dozgeriyê de jî anî ziman ku em ji polîsan bi glî ne. 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel