Kolektîfa Greva Jinan a Swîsreyê: Li şoreşa Rojava xwedî derkevin

  • jin
  • 12:19 19 Cotmeh 2019
  • |
img

NAVENDAN NÛÇEYAN - Kolektîfa Greva Jinan a Swîsreyê nerazîbûn nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û bang li jinên cîhanê kir ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin. 

Kolektîfa Greva Jinan a Bîel a Swîsreyê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Kolektifê, bang li jinên cîhanê kir ku xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin. Kolektifa Jinan di daxuyaniyê de diyar kir ku di encama têkoşîna jinê ya li Rojava hate kirin de, wekheviya jin û mêr li gelek qadan pêk hatin û wiha got: “Li ser erdnîgariyeke ku hikûmraniya mêr hatibû, di encama têkoşîna bi nasnameya jinê kirî de, mafê xwe bi dest xistin û bûn pêşengên guherîn û vegûherîna civakî. Dagirkeriya tirk di serî de ji bo jiyana hemû jinên li herêmê dijîn, û bidestxistina hemû nirxan xeterî ye. Bang li hemû jinên cîhanê dikin li dijî dagirkeriyê bikevin nava tevgerê û xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin. Jin tevlî çalakiyên protestoyî yên li dijî dagirkeriya tirk tên kirin bibin û dengê xwe bilind bikin.”
 
Endamên Kolektîfa Greva Jinan ên îmze avêitin bin daxuyaniyê wiha ne: Claire Magnin, Anna Tanner, Mathilde Hofer, Anne- Valerie Zuber, Manon Ciuxeres, Anna Roth, Michelle Gisiger, Mirjam Aggeler, Marie Moeschler, Serena Ferrari, Nadia Magnin, Edith Ugolini, Janine Jaggi, Aurélie Comte, Graciana Fornage, Anita Rochedy, Emely Willisch, Emmelin Bienvenu, Selen baskara, Ruth Tennenbaum, Anja Meili.