Jinên li Edenê bertek nîşanî operasyonê dan

  • jin
  • 14:35 17 Cotmeh 2019
  • |
img

EDENE - Rêxistinên jinan ên Edeneyê bertek nîşanî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û diyar kirin ku pirsgirêk ne bi şer bi dîyalokê çareser dibe. 

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edenê û Dayikên Aştiyê, derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li avahiya partiyê daxuyanî dan çepemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllari piştgirî da daxuyaniya jinan. Endama Meclîsa Jinan a Edeneyê Şukran Efeturk li ser navê jinan daxuyanî da û got: “Yên ku felaketên şer nizanîn, wê aştiyê jî ne zanînin.” 
 
'DIXWAZIN ŞOREŞA JINÊ TUNE BIKIN’
 
Efeturk, bal kişand ser koçberên Sûriyeyê û wiha axivî: “Turkiye koçberên Sûriyeyê dike mijara bazarê. Vê jî li dijî Ewropayê weke fersendekê bi kar tîne. A rast di hedefa Tirkiyeyê de jinên li Rojava ji bo mafên xwe li ber xwe dan hene. Mîna hişmendiya DAIŞ’ê, tekane armanca wan kolekirina jinane. Ji ber vê yekê şoreşa Rojava di hedefê deye.”
 
Efeturk, bertek nîşanî êrîşan da û got: “Pirsgirêka kurd encex bi demokrasî û aştiyê   çareser bibe. Israra di şer de wê vê pirsgirêkê girantir bike. Li dijî hebûna kurd, vîn û siyaset gelê kurd derketin, ne polîtîkayên çareserkirinê ne.”