Mêrê ku mamoste Şengul Karaca kuşt beraet kir

  • jin
  • 12:47 16 Cotmeh 2019
  • |
img

STENBOL - Heyeta dadgehê Hasan Aydin ê ji kuştina mamoste Şengal Karaca dihat darizandin, beraet kir. 

 
10'emîn, danişîna doza bersûc Hasan aydin ê ji kuştina Şengul Karaca dihat darizandin, li 31'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Hasan aydin bi îdîaya di 4'ê Gulana 2017’an de mamoste Şengul Karaca ji şibakê avêtiye û kuştiye li 31’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê derket pêşberî dadehê. Di danişînê de Hasan Aydin ê serbest tê darizandin û parêzerê wî tev li danişînê nebû. Parêzera Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê Hatice Boz li salonê amade bû. 
 
Di danişînê de dozger xwest Aydin beraet bike. Parêzera Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî Hatice Boz jî li dijî mutalaaya dozger derket û xwest bersûc bê cezakirin. Lê heyetê bi hinceta daxuyaniyên bi nakok heye der barê bersûc Hasan Aydin de biryara beraetê da.