Meclisa Jinan a HDP'ê: Em ê têkoşîna xwe bilind bikin

  • jin
  • 12:22 16 Cotmeh 2019
  • |
img

ENQERE – Meclîsa Jinan a HDP'ê, binçavkirina 4 hevşaredarên li 3 bajaran şermezar kir. Meclîsa Jinan diyar kirin ku dê li dijî polîtîkayên li hemberî jinê têbikoşin û wiha gotin: "Em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Em ê her dem bibin hevî." 

 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi daxuyaniyeke nivîskî binçavkirina hevşaredar, hevserok û rêveberên HDP'ê şermezar kir û got: "Girtin û binçavkin tê wateya operasyona qirkirina siyasî. Li hemberî destkeftiyên jinan tehemûlê nakin. Lê em ê têkoşîna xwe bêtir mezin bikin." Meclîsa Jinan di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku pergala hevseroktiyê wekî hincet nîşandan û qeyûm tayîn kirin û wiha got: "Li hemberî destkeftiyên jinan tehemûl nîne û ji ber vê jî di serî de şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin. Piştre hevşaredarên Pasûr, Qereyaziyê hatin girtin û qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Duh jî li 3 bajaran 4 hevşaredarên hatin binçavkirin. Li Colemêrg, Gever, Erdîş û Nisêbînê hevşaredarên me hatin binçavkirin. Ne tenê hevşaredar endamên meclîsa şaredariyan, hevserokên rêxistinên me yên bajar û navçeyan jî hatin binçavkirin."
 
'KIRKIRINA SIYASÎ YE' 
 
Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşan kirin ku girtin û binçavkin tê wateya operasyona qirkirina siyasî û wiha hat gotin: "Operasyona wekî pêlîstokeke îktîdarê bûye û bi destê darazê hemû xebatkarên HDP’ê rehîn hatin girtin, qadên xebatên wan hatin tengkirin. Girtin û binçavkirina hevserokên me û tayînkirina qeyûman polîtîkayeke xespê ye. Her wiha êrîşa li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî carek din nîşan da ku dijminatiya kurdan tê kirin. Li Japonyayê li hemberî kursên bi zimanê kurdî bêtehemûliyek pêk hat Tirkiye ket nav hewldanên dîplomatîk."
 
Meclîsê herî dawî wiha got: "Îro li girtîgehan bi sedan siyasetmedar rehîn hatin girtin. Hevserokên me yên giştî, parlamenterên me, hevşaredarên me, endamên meclîsên şaredariyan û hwd. Îro li danîşîna Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak heye. Her kes jî dizane ku darizandineke bi edîlane pêk nayê. AKP li hemberî siyasetmedarên jin ên kurd êrîş pêk tîne. Lê jin jî têkoşîna xwe ya li dijî dijminatiyê bidomîne û dê têkoşîna xwe mezin bike."