‘Êdî em naxwazin bimrin’

  • jin
  • 21:10 24 Tebax 2019
  • |
img
‘Êdî em naxwazin bimrin’
 
AMED - Rêvebera Komeleya Jina ya Rosayê Rûken Erguneş Ozdemîr di daxuyaniya çapenmeniyê a şermezarkirina komkujiyên jinan de destnîşan kir ku  kuştina jinan polîtîk e û ew naxwazin bimrin.
 
Pêkhateyên Platforma Jinan a Dîcle Amed û Tora Têkoşînê ya Li Hemberî Tundiya Jinan a Amed li cihê ku Muzeyyen Boylû Issi lê hatî qetil kirin li ser komkujiya jinan daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Parlementerên HDP’ê, saziyên jinan û welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên li ser “Jin Jiyan e Jiyanê nekuje” û “Em ê Kuştinên Jinan Bisekinin” nivîsandî hatin hilgirtin. Jinan pankarta li ser “Naxwazin Bimirin” jî vekirin û dirûşmeyên “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaat nakin”, “Mêr dikuje, dewlet diparêze” û “Jin jiyan azadî” hatin berz kirin.
 
'RASTIYA ME NAYÊ GUHERTIN'
 
Di daxuyaniyê de Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Rûken Erguneş Ozdemîr da nîşandan ku ji bo Emîne Bûlût ku li Kirikkaleyê, Tugba ya li Konyayê, Munevver û Halîse Narîn ên li Farqînê, Emel a li Êlihê û Emîne a li Patnosê hatine qetilkirin li cihê qetilkirina Munevver’in û wiha got: “Bajêr û nav ne yek bin jî rastiya me nayê guhertin.”
 
'WÊ PERGALA WE NIKARIBE JINAN BÊDENG DIKE'
 
Ozdemîr diyar kir ku bi hêrs in ji ber ku pergala desthilatdar a mêriyî her roj li ber çavan çend caran sûc dike û got: “Em bi hêrs in, ji ber ku li şûna kiryarên me bibînîn çav berdane destkeftiyên me. Pergala we ya jinan bêdeng dike, tehamulî daxwazên me yên ku di her qada civakî de temsiliyeta wekhev nake.”
 
'FERASETA YEKPEREST JINAN DIKUJE'
 
Ozdemîr anî ziman ku yên ku jinan dikujin, girtina saziyên jinan a jinên ji ber tirsa canê xwe serî lê didin, polîtîkayên bêcezabûnê yên dewletê ne û wiha axivî: “Ya ku jinê dikuje îktîdar û zimanê wê ye ji ber ku mêr e, çekgirtina kesayetî a ku dewlet nikare kontrol bike bixwe ye, feraseta yekperest e.”
 
'WERIN EM BI HEV RE TÊKOŞÎNÊ XURT BIKIN' 
 
Herî dawî Ozdemîr got: “Em bi dengekî bilind diqîrin ku kuştina jinan polîtîk e. Em naxwazin bimrin. Em kirdeyên esas ên avakirina jiyanê ne. Em jin hêza xwe ji rêxistinkirina xwe û piştevaniya xwe digirin. Em bang dikin ku bila hemû jin ji komkujiya jinan re bila bêjin bes û tekoşîna xwe bi hev re mezin bikin.”