TJA'yê li Sêrtê civîna perwerdeyê li dar xist

  • jin
  • 17:13 6 Tebax 2019
  • |
img
SÊRT - TJA'yê, li Sêrtê di çarçoveya kampanya "Ji bo azadî û guherînê tu jî rabe ser pêya" de civîna perwerdeyê li dar xist.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) xebatên kampanya xwe ya "Ji bo azadî û guherînê tu jî rabe ser pêya" didomîne. TJA'yê di çarçoveya kampanyayê de li Sêrtê civîna perwerdeyê li dar xist. Parlamenterên HDP'ê yên bajar Meral Daniş Beştaş, Siddik Taş, rêveberên HDP'ê û gelek kes tevlî civîna ku li bînaya HDP'ê ya bajar hat lidarxistin, bûn. 
 
'PIRSGIRÊKÊN GUHERÎNA ZILAM ÇI NE?'
 
Di civîna ku rojek dewam kir de mijarên mîna "Pirgirêkên guherîna zilam çi ne?" , "Ferqa nêrîna teknîkî û nêrîna têgihiştî" , "Perspektîfa hevjiyana azad" , "Nêrîna îstîsmarkirin û komkujiya jinan û pêşniyarên çareseriyê" û "Di civakê de rolên jin-zilam" hatin nîqaşkirin û nirxandin.