Operasyona li ser jinan şermezar kirin

  • jin
  • 13:57 6 Tebax 2019
  • |
img
MÊRDÎN - Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê, operasyonên binçavkirinê yên li dijî siyasetmedarên jin şermezar kir. Jinan wiha got: "Em hebûn, em ê hebûna xwe bidomînin"
 
Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê, bi civîneke çapameniyê operasyonên binçavkirin û girtinê yên li dijî siyasetmedarên jinan ku di demên dawîn de zêde bûne şermezar kir. Di civîna ku li Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Xizmetê yên Cemaweriyê hat dayîn de daxuyaniyê pêkhateya platformê Aysel Erol da. Erol diyar kir ku zihniyeta çewsîner a li dijî jinan didome û wiha got: "Em rojaka ku hatine avakirin heta niha li dijî tundî, tacîz, tecawiz, cînayetên li ser jinan û zihniyeta ku hebûna jinê ya di siyaseta demokratîk de asteng dike, derketine û ji niha şûn ve derkevin." 
 
'DIXWAZIN ME BI BINÇAVKIRINAN BIZDÎNIN’
 
Erol bal kişand ser binçavkirin û girtina jinên endamên wan ên hefteya borî û ev tişt got: "Jinên ku têkoşîna jinê bi rê ve dibin bi awayekî keyfî hatine binçavkirin û girtin. Hebûna jinê ya di siyaseta demokratîk de û siyasetkirina jinê hatiye astengkirin. Desthilata siyasî, bi salan e kesên ji polîtîkayên wê yên aborî û siyasî nexweşin û van polîtîkayên wê rexne dikin, tehmûl nake û dixwaze wan bi binçavkirinan bizdîne."
 
'EM HEBÛN Û EM Ê HEBÛNA XWE DIDOMÎNIN'
 
Di berdewamê de Erol destnîşan kir ku dê tundî, binçavkirin û girtin ji bo têkoşîna jinê nebin asteng û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Em jin her ku biçe dê têkeoşîna xwe mezintir bikin. Em ji vir bangî desthilata siyasî dikin û dibêjin ku valên me yên jin ku tenê di qada demokratîk û yasayî de têkoşîn didin û hatine binçavkirin û girtin, berdin. Her wiha divê azadî û maf bên berfirehkirin û hemû astengiyên li pêşiya azadiya raman û rêxistibûnê bên rakirin. Em jin her hebûne û hebûna xwe bidomînin jî. Girêdayî vê yekê dê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin."
 
Daxuyanî bi dûrişmeyên "Jin jiyan azadî" û çepikan bi dawî bû.