‘Tundiya li dijî jinê rewa dikin'

  • jin
  • 09:06 2 Tebax 2019
  • |
img
ÎZMÎR - Civaknas Okşan Akşît, bal kişand tacîz û tecawiza li dijî jin û zarokan û wiha got: "Sedema herî mezin polîtîkayên hikûmetê ye. Ger ku di nava jin û mêr de wekheviya zayendî hebe, wê rê li pêşiya tundiyê jî bê girtin. Tuniya li dijî jinê wê kêm bibe." 
 
Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin a 6 mehên ewil a 2019'an, 214, di meha Hezîranê de jî 40 ji aliyê mêr ve hatin kuştin. Li gorî gelek lêkolînan, jin bêtir ji aliyê xizmê xwe yê herî nêzîk ve tên kuştin Civaknas Okşan Akşit, têkildarî tacîz û tecawiza li dijî jin û zarokan û kuştina zarokan axivî. Akşît, anî ziman ku sedema îstîsmar, tundî, tacîz û tecawiza li dijî zarokan polîtîkayên hikûmetê yên mêr diparêzin e. Civaknas Akşin, xwest êdî di nava civakê de hişyariyek bê avakirin û wiha got: "Li Tirkiye tundiya li dijî jinê her ku diçe asayî dibe. Sedema vê yekê jî polîtîkayên hikûmetê ye. Tirkiye di endeksa wekheviya zayendî de di rêza dawî de ye. 
Ji ber di navbera jin û mêr de ne wekhevî heye û hêz bêtir di destê zilam de ye cudakarî û tundî pêş dikeve. Siyasetmedar li ser navê ol diaxivin. Zimanê cudakariyê di axivin. Ev dibe sedem ku tundî û îstîsmara li dijî zarok û jinan zêde bibe. Peyvê ku vîna jinê nas nake û tune dibîne, li gorî Peymana Stenbolê ku Tirkiye jî îmze kiriye sûc e." 
 
'CIVAK DIVÊ DI MILÊ CUREYÊN TUNDIYÊ DE BÊ PERWERDEKIRIN'
 
Akşît, destnîşan kir ku piraniya civakê ji aliyê cureyên tundiyê de nezan e û xwest civak di vî milî de bê hişyarkirin û perwerdekirin û wiha got: "Ger ku yên li hemberî de dengê xwe bilind bike ew jî tundî ye. Pereyê qezenç dike desteser bike ew jî tundî ye. Ji ber polîtîkayên hikûmetê yên li dijî jinê, bêtir jinê di malê de hepis dike. Bê kar dihêle. Karê wê jî bê qîmet dike. Îktîdar dixwaze jinê jî bike şirîkê mêrê serdest. Dibêje mêr bike jî asayî ye. Dixwaze tundiyê rewa nîşan bide. Bi vê yekê hewldan û mafê jinê yê lêgerîn û parastinê ji destê wê digire. Tundiyê rewa dike." 
 
‘BI MEDYA REWA DIKE' 
 
Akşît, bibîr xist ku îktîdar herî zêde tundiyê bi rêya medya rewa dike û dike wekî amûrekîe û wiha bi dawî kir: "Îktidar di vê mijarê de polîtîkayek pir cuda dimeşîne. Mudaxaleya der barê cil, berg û şeklê jinê de bêtir bi rêya TV dike. TV bêtir bi bernameyan peyamên subliminal dide. Di rêzefîlman de her dem mêr bi hêz e. Jin her dem cîgira mêr e. Wekî ku mohtacê mêr be nişan dide. Dîsa bi rêya medya civakî tundî û binpêkirinê rewa dike. Dixwazin tundiya li dijî jinê asayî bike. Tundiya li hemberî zarokan jî dixwaze asayî bike. Piştî demekê civak zarokan û jinê wekî kirdeyek zayendî dibîne. Pergal wekî ku mêr dikare her tiştî bike nîşan dide û wê hîs û hestê dide. Li gori vê yekê mêr jî bêtir mah li xwe dibîne." 
 
MA / Esra Solin Dal