TJA wê ji bo jinên ajokar li dijî tacîzê 'karwana xemrî' ava bikin

  • jin
  • 09:18 29 Tîrmeh 2019
  • |
img
AMED - Aktivîsta TJA'yê Zeynep Uren, der barê çalakî û planên kampanya 5 mehan a TJA'yê de agahî dan û wiha got: "Em ê li dijî tacîzkirina ajokarên jin ên di trafîkê de “Karwana Xemrî" ava bikin. Dîsa em ê di mijara "Divê mêrê azad çawa be" perwerde bidin mêr. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya balê bikişîne ser komkujiyên jinan, jenosîta çandî, tacîz û tecawîzên li dijî jin û zarokan û komkujiya xwezayê dest bi kompanyeya "Ji bo veguherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan” kir. TJA'yê di 19'ê Tîrmehê di salvegera Şoreşa Rojava de starta kampanyeyê li Eywana Resepsiyonê ya Sûmerparkê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, dan. Jinan ji bo 5 herêman plana çalakiyan a 5 mehan amade kirin. Ji bo plana çalakiyê hemû xebat û amadekariyên TJA'yê yên li Amedê bi dawî bûn. 
 
Têkildarî plana çalakiyan Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Uren, diyar kir ku li dijî destkeftiyên jinan êrîş hene û wiha got: "Jin dikarin xwe bi rêxistinkirinê li dijî van êrîşan derkevin. Me ji bo vê yeke plana 5 mehan amade kiriye. Ji 1'ê Tebaxê heta dawiya meha kanûnê wê plana me ya çalakiyan berdewam bike. Em ê di her dawiya mehê de plana meha din bi raya giştî re parve bikin. Li her aliyê cîhanê li dijî jnan tundiya pir dijwar heye. Li her derê li dijî nirxên inan êrîş hene. Dema em li têkoşîna 40 salan dinerin, êrîşên li dijî jinan têkoşîn û hêza jinan jî nîşan dide. Berê dema 2 jin digihiştin hev, digotin 'Fesadiyê dikin' Niha dema 2 jin digêjin hev tilîliyên azadiyê dilîrînin. Niha jin pêşengiya têkoşînê dikin. Ji ber ve yekê modernîyeta kopîtalîst di pêşengiya AKP'ê de berî her tiştî êrîşî jinan dike. Êrîşa wê ya herî mezin li dijî jinê û nirxên jinen e." 
 
'40 SALIN TOVÊ AZADIYÊ TÊ ÇANDIN'
 
Uren, anî ziman ku li Rojhilata Navîn koçberiyek heye û di vê koçberiyê de herî zêde bandor li ser jinê dibe û wiha lê zêde kir: “Zilam ji bo îktîdara xwe biparêze jinê dipelçiqîne. Ji ber nêzîkatiya dewletê rê li pêşiya mêr vedibe. Ev yek li der derê cîhanê wisa ye. Lê dîsa jin li Kurdistanê 40 salin tovê azadiyê diçîne. Ji ber vê yekê êrîşa li dijî jinên Kurdistanê pir dijwar e. Li dijî jinên di nava siyasetê û aboriyê de êrîşên dijwar hene."
 
'EM Ê TILÎLIYÊN XWE BILIND BIKIN' 
 
Uren, anî ziman ku plana çalakiyan a TJA'yê kelecanek mezin di nava jinan de ava kiriye û wiha pêde çû: "Jin ji bo fikrên xwe yên azad û jiyana azad wê li hev kom bibin. Wê qêrîn û tilîliyên xwe bilind bikin. Li kîjan kolanê bixwazin qerîn û tilîla jinê qut bikin emê li wir tilîlî û qerîna xwe bilind bikin. Jin divê ji bo cîhanek tacîz û tecawiz tune be li hev kom bibin." 
 
'EM Ê KARWANÊN XEMRÎ AVA BIKIN' 
 
Uren, anî ziman ku jinên ajokar ji aliyê mêrên ajokar ve rastî tacîzê tên û wiha got: "Ji bo em vê yekê hişyar bikin û ferqekê ava bikin em ê Karwanên Xemrî ava bikin.  Hemû jinên maşîneyan dajon wê tev li karwanê bibin. Emê ajokarên jin tev li karwana xemrî bibin û li dora bajar tûr bavêjin." 
 
'EMÊ TÎMA JINAN A VOLEYBOLÊ AVA BIKIN' 
 
Uren, heri dawî destnîşan kir ku ewê tîma jinan a veleybolê ava bikin û wiha bi dawî kir: "Wê di qada sporê de jî xebatên me hebin. Em ê tîma jinan a voleybolê ava bikin. Dîsa xebatên me yên ji bo perwerdehiya mêr jî hene. Em ê her rojê li navçeyekê perwerde bidin mêran. Jin wê perwerde bidin mêran. Wê têkoşîna me bi perwerdehiya 'Mêrê azad çawa ye' bidome. Di perwerdehiyê de wê mijarên Divê mêr çawa tev bigere, sekna wî ya li hemberî jinê çawa be bê dayîn. Dîsa li dijî ziman, çand, cil, berg û nirxên Kurdan jî êrîş hene. Em ê li ser girîngî û wateya ziman semîneran bidin. Jin wê li navçeyên Amedê bi cilên kurdî û tilîliyan bimeşin. Em ê li her navçeyê kom bibin û derkevin seryarê û pirsgirêkên jinan niqaş bikin. Li ser mijarên civakî, aobRi û dagirkeriyê emê niqaşan bikin. Dîsa em ê li parkên Navenda Amedê panelên li ser ol li dar bixin. Em dipên ku jin tevlêbûnek xurt nîşan bidin. Hemû jinên azadiyê dixwazin divê destê xwe bidin destê jinên TJA'yê."
 
MA / Arjin Dilek Oncel