Karkerên jin ên ji Şaredariya Alîagayê hatin avêtin: Em karê xwe dixwazin

  • jin
  • 09:20 25 Hezîran 2019
  • |
img

ÎZMÎR - Şaredariya Alîgayaê 179 karker ji kar avêtibûn. Ji van karkeran karkerên jin bilêv kirin ku di şevekê de ji karê xwe yê bi salan hatine avêtin û gotin: "Di vê krîza aborî de em bi awayekî neheq bê kar hatin hiştin. Em karê xwe dixwazin." 

Piştî hilbijartina 31'ê Adarê, Şaredariya Alîaga ya MHP'î di nav mehekê de 179 karker ji kar avêtin. Ji van karkeran hin jê jin in. Karkerên jin bilêv kirin ku di vê krîza aborî de ji kar hatine avêtin û ji bo vegerin ser karê xwe li ber xwe didin. 
 
Necla Yucel ku 35 roj in li konê berxwedanê yê li Qada Demokrasî ya Alîagayê ye, diyar kir ku 9 salan li şaredariyê xebitiye. Dayika 2 zarokan Yucel, got: "Em karê xwe dixwazin. Divê rojek berî rojekê şaredarî dev ji vê çewtiya xwe berde." Yucel, diyar kir ku Şaredar Serkan Acar gotiye "Ez kî bixwazim ew ê bixebite û kê bixwazim ez ê ji kar derxînim, çimkî gel ev erk xistiye destê min" û got: "Bi vê hişmendiyê şaredarîtî nabe. Gelê Alîagayê ji bo karker ji kar bên derxistin ew ne hilbijartin. Gel ji bo şaredar xizmetê bike ew hilbijartiye, ne ji bo karkeran ji kar derxîne." Yucel, destnîşan kir ku krîza li Tirkiyeyê kûr bûye û di van şertan de bidestxistina kar zehmet e û got: "Di nav me de ên emrê wan ji çilî zêdetir hene. Niha kesên ciwan nikarin kar peyda bikin, em çawa peyda bikin." 
 
'DI ŞEVEKÊ DE JI KAR HATIM AVÊTIN' 
 
Nadîre Ûral ku 25 salan li şaredariyê xebitî û ji kar hat avêtin, got: "Bêyî embibin sedema tu pirsgirêkan em bi Serkan Acar re xebitîn. Çi got me kir. Car hebû me tuwalet paqij dikirin, car hebû me lis er maseya xwe karê xwe dikir. Me cihêkarî nexist navbera tu mirovan, bêyî em li nasname, ol û çanda mirovan binerin me alîkariya her kesî kir. Lê piştî vê hilbijartina dawî em bi pêkanînên mobîngî re rû bi rû man. Min li Şaredariya Şakranê bi karê fenê dest bi kar kiribû. 5 sal berê min şandin vira. Dizanibûn ez xebatkara avadaniyê me. Lê çi bû nizanim piştî 5 salan şûnde bala Acar kişandiye ku ez xebatkara avadaniyê me û tam mehekê ez şandim ser karê avadaniyê. Li gor kirina, ez xebatkara dîwara me. Lê min tam min mehekê firaq şûştin, tuwalet paqij kirin, xizmeta buroyê kir, karê boyax û keviran kir." Ûral, biryara Şaredar Acar wekî mobbîngê nirxand û got: "Piştî fêm kir em li ber mobbîngê pes nakin, me ji kar avêt. 25 salan xebitîm lê belê di şevekê de ji kar hatim derxistin." 
 
'EM KARÊ XW DIXWAZIN'
 
Şenay Çinar jî destnîşan kir ku 15 salan li şaredariyê xebitiye û di 11'ê Hezîranê de ji kar hatiye derxistin. Çinar, got: "Karkerên hatin derxistin hemû bi salan bi xwêdana eniya xwe xebiîne. Em bi awayekî neheq ji kar hatin avêtin. Em karê xwe dixwazin." 
 
Hîlal Yaşar jî 17 salan li Şaredariya Alîagayê wekî Midûra Pirtûkxaneyê xebitiye, lê belê bi biryara Serkan Acar salek berê wê şandine departmaneke din û paşê ji kar hatiye avêtin. Yaşar, diyar kir ku ew bi tena serê xwe debara malbata xwe dike û got: "Em mirovên kedkar in. Bi tena serê xwe debara malê dikim. Kurêê min nû zanîngeh kuta kiriye û betal e. Em di rojekê de ji nişka ve ji kar hatin avêtin, ligel ev qas deynê me jî heye. Niha nizanim ez ê çi bikim. Em ne ciwan in j ku piştî vê saetê di kareke din de bixebitin. Kar bi destê mezûnên zanîngehê nakeve, wê çawa bi dest me bikeve. Ev ne tiştekîe tîk e. Dibe fikrên siyasî yên xebatkarên şaredariyê cuda bin, lê dixebitin. Bi dehan sal em xebitîn, kes nikare keda me red bike." 
 
Yaşar, destnîşan kir ku 179 karker ji şaredariyê hatine avêtin û wekî hincet gotine di belgeyan de hejmara xebatkaran zêde ye. Yaşar, diyar kir ku karkerên nû hatine girtin û got: "Madem em zêde bûn, çima we em ji kar avêtin û li şûna me ên nû girtin?" 
 
MA / Sevda Aydin