‘Berpirsê hemû êşên penaberan polîtîkayên şerin’

  • jin
  • 16:09 19 Hezîran 2019
  • |
img

AMED - Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên bi Zorê hatin Revandin, diyar kir ku salek carekê bal kişandina ser rewş û pirsgirêkên panaberan tê rê nake û got: “Berpirsê hemû êşên penaberên polîtîkayên şerin.” 

Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên bi Zorê hatin Revandin, bi boneya 20’ê Hezîranê Roja Penaberên Cîhanê li Komeleya Jinan a Rosa civîna çapemeniyê li dar xist.  Endamên platformê û Komeleya Jinan a Rosa beşdarî civînê bûn. Endama platformê Gulcîhan Şîmşek li ser navê jinan daxuyanî da û got: “Berpirsê hemû êşên penaberên polîtîkayên şerin.”
 
'DIVÊ BERPIRS BÊN CEZA KIRIN'
 
Şîmşek diyar kir penaberî tercî nîne û wiha axivî: "Şer, pevçûn, birçîbûn û rewşa siyasî mirovan neçarî qadên xwe yên jiyanê biguherînin dikin. Bi taybetî, piştî şerê 2011'an li Sûriyeyê dest pê kir û komkujiya Şengalê ya di 3'yê Tebaxa 2014'an de pêk hat, hejmara koçberan li gorî danayên Neteweyên Yekbûyî pir zêde bûye. Penaberî ji bo mirovan çareseriya herî dawiye û ji ber bêçaretiyê biryarek bi vî awayî didin. Ji ber qirkirin û şerê heyî gel ji penaberiyê tercih dikin. Divê kesên ku dibin sedemên penaberiyê divê bên darizandin û bên ceza kirin."
 
şîmşek, destnîşan kir ku edaleta dereng mayî, ne edalet e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji bo me pêvajoya darizandina serbixwe girîng e. Têkoşîna me ji bo jinên ku bi darê zorê hatine girtin dê her tim bidome. Em bi biryarîn ku ji bo jiyaneke bi edîlane û têbikoşin."