Berdana Bîlgîlî yê kiryarê tecawîzê hat şermezarkirin

  • jin
  • 14:40 19 Hezîran 2019
  • |
img

ENQERE - Xwendekarên Zanîngaha Enqerê bertek nîşanî serbest berdana Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî yê  tecawîzê bijîşka beytar Ç.B. kir dan û gotin: “Heya ku endamên hîndekariyê yên weke Hasan Bîlgîlî ji akademiyan neyin avêtin, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedim

 
Xwendekarên Zanîngeha Enqerê, serbest berdanan Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî yê tecawîzê bijîşka Fakulteya Beytarî Ç. B. li ber Rektoriyê şermezar kirin. Xwendekaran di çalakiyê de pankarta “Em ê destûr nedin ku hûn tecawîzkar Profesor Hasan Bîlgîlî paş gûh bikin’ vekirin. Gelek rêxistinên jinan piştgirî dan çalakiyê. 
 
Xwendekara Fakulteya Beytariyê Buşra Gerçek, daxuyanî da û got: “Xwediyê Nexweşxaneya Heywnan Vcom Bîlgîlî bi hevkarê xwe Serkan Dûrmaz re tecawîzê bijîşka baytarî ya xebatkar kirin, lêxistin û dûre bi gef û zextan birin gel jînekolokê binavê Huseyîn Şenyurt û hewl didin delîlan ji holê rakin. Lê ligel vê yekê ku hevkarê Bîlgîlî Serkan Dûrmaz, Hasan Bîlgîlî û jinekolog Huseyîn Şenyûrt hatin berdan. Zanîngeha Enqerê tenê daxuyaniyek weşand û got Hasan Bîlgîlî ji kar avêtine.” 
 
‘RÊVEBERÊ DIBIDTANÊ ÇAVÊN XWE DIGIRE’ 
 
Gerçek, da zanîn ku ev bûyereke yekemîn a Hasan Bîlgîlî nine û wiha bilêv kir: “Berê jî gelek caran lêpirsîn û doz derbarê bûyerên tacîzan de vebûn û ser wan hat girtin. Dîsa, Alî Bîlgîlî yê birayê Hasan Bîlgîlî jî ku niha li Fakulteya Beytarî hindekariyê dike, ji ber heman bûyeran di lêpirsînê re derbas bû. Ev tenê çend bûyerên derketin holê. Tê zanîn ku gelek akademisyen hene ku di nava dibistanê de tacîzkariyê dikin. Ligel ku agahiya rêveberiyê ji hemû tiştan heye jî, xemsar tevdigere û çavê xwe li bûyeran digire.” 
 
‘MA HÛNÊ BÊDENGIYA XWE DEWAM BIKIN?’ 
 
Gerçek, da zanîn ku ew ê weke xwendekarên Zanîngaha Enqerê tu carî li dijî tacîz, tecawîz û nêzîkatiyên zayendî yên li Zanîngehê, bêdeng nemînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji vê derê bangî Rektoriya Zanîngeha Enqerê dikin. Ma hûnê bêdengiya xwe dewam bikin?’ Em di dibistana xwe de mamosteyên tecawîzkar naxwazin.”