Hem çanda xwe didomînin hem jî pê debara xwe dikin

  • jin
  • 09:08 18 Hezîran 2019
  • |
img

MÊRSÎN - Sê xwişkên hev ji bo debara xwe bikin, dikanek vekirin û dest bi firotina nanê tenûrê kirin. Her sê xwişk hem çanda nanê tenûrê didomînin hem jî pereyan qezenc dikin. 

 
Li Taxa Halê ua navçeya Akdenîz a Mêrsînê sê xwişkên hev Sever Tekîn, Zahîde Aşkin û Guler Ozlu, bi nanê tenûrê debara xwe dikin. Her sê xwişk çend sal berê ji Şirnexê koç kirine û ji bo debara xwe bikin nanê tenûrê çêdikin û pê debara xwe dikin. 
 
Sever Tekîn, anî ziman ku nêzî sal û nîveke nanê tenûrê çêdikin û ji roja ku dikan vekirine heta niha cînarên wan destê didin wan û bi vî awayî tevê du xwişkên xwe nan dibin malan û got: "Berê em betal bûn. Ev karê me yê ewil e. Jixwe çêkirina nanê tendûrê çanda me ye. Li Mêrsînê kêm kes vî karî dikin. Em jî hem ji bo çanda xwe bidomînin hem jî ji bo pereyan qezenc bikin me dest bi vî karî kir. Ê min sê, ên her du xwişkên min jî 7 zarokên wan hene. Êdî karê me rûniştiye û em qezenc dikin." 
 
Tekîn, bal kişand ser zor û zehmetiyên kar û got: "Em serê sibehê saet di 4'an de firinê vedikin. Saet di 5'an de jî dest bi kar dikin. Roj heye 500 roj heye jî em hezar nanî çêdikin. Em heba nan bi lîre û 25 qurîşan difiroşin. Ev kar pir zehmet e. Nexasim jî havînê zehmetir e. Çawa em diçin malê em xwe dirêj dikin." 
 
‘DIVÊ JIN JÎ BIXEBITIN' 
 
Tekîn, anî ziman ku wexta wan nû dikan vekiriye ji ber jin bûne, di warê birêvebirina kar de şik û guman li wan peyda bûne, lê berê her ku çûye wan ev feraset şikandiye û bi ser ketine. Tekîn, anî ziman ku jiyan muşterek e û wan feraseta divê zilam tenê bxiebite şikandiye û got: "Gotina 'divê jin li malê rûnê, nexebitin' pir şaş e. Tiştekî wisa nayê qebûlkirin. Divê jin li malê rûnenê û çavê wê ne li destê hevjînê wê be. Divê jin ji xebatê fedî nekin. Jiyan muşterek e. Çawa zilam dixebitind ivê jin jî bixebitin. Zilam karibin çi bikin jin jî dikarin bikin."