Piştî 5 salan ji ber çalakiya 25'ê Mijdarê doz li 17 jinan hat vekirin

  • jin
  • 09:05 16 Hezîran 2019
  • |
img
HATAY - Li Hatayê, di 25'ê Mijdara 2014'an de li dijî şideta li hemberî jinê çalakiyek hatibû lidarxistin. Piştî 5 salan ji ber vê çalakiyê der barê 17 jinan de doz hat vekirin. 
 
Piştevaniya Jinê ya Antakyayê, di sala 2014'an de di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniyê ya Li Dijî Şideta Li Hemberî Jinê ya Navnetewî çalakiyek li dar xistibû. Piştî 5 salan dozgeriyê der barê 17 jinên tev li çalakiyê bûn de îdianame amade kir û doz li wan vekir. Îdianame ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Hatayê ve hat amadekirin û Dadgeha Cezayê Asliye ya 3'yan a Hatayê jî qebûl kir. Bi îdiaya "Tevlîbûna meş û xwepêşandanên li dijî qanûnê" doz hat vekirin.
 
Danişîna ewil a dozê wê di 11'ê Tîrmehê de li Dadgeha Cezayê Asliye ya 3'yan a Hatayê pêk bê. 
 
Di îdianameyê de hat derpêşkirin ku êvara 24'ê Mijdara 2014'an endamên Piştevaniya Jinê ya Hatayê li Kolana Hurriyetê li hev kom bûne û pankarta li ser "Em bêdeng namînin. Li dijî şerê emperyalîst û şideta li hemberî jinê em berxwedanê mezin dikin" hilgirtine û rê li çûnhatinê girtine û polîsan jin hişyar kiriye. Dozgeriyê, îdia kir ku Walîtiya Hatayê qada ku çalakî lê hatiye kirin qedexe kiribû, lê belê jinan rê li çûnhatinê girtiye, şano lîstine û belavok belav kirine û her çend polîsan gotiye tişta ttê kirin ne qanûnî ye lê dîsa hatiye kirin.