'Bidawîbûna tecrîdê, hêşînabûna axê ye'

  • jin
  • 09:37 19 Adar 2019
  • |
img

STENBOL - Jinan diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê ketine asteke krîtîk û gotin: "Bidawîbûna tecrîdê, hêşînbûna axê ye. Hatina Newrozê ye. Mifteya aştî, mirovatî, wekhevî û azadiyê di destê Birêz Ocalan de ye." 

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 132'yan de didome. Her wiha bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan jî didome.
 
'LI PIŞT VÊ BÊDENGIYÊ BERXWEDANEKE MEZIN HEYE'
 
Zubeyde Înce, diyar kir ku tenê ne Îmralî tevahiya gelên Tirkiyeyê tê tecrîdkirin û got: "Delîla tecrîda li ser civakê, di Meşa Şevê ya Femînîstan de xwe da der. Lê wê ev qas zilm û zordarî li cihekî biteqe. Bila kes nebêje 'me mirov tirsandin, tepisandin.' Tu giyanewer heta neperpite can nade. Li pişt vê bêdengiyê berxwedaneke mezin heye. Tu zaliman, heta dawiyê saltanata xwe nedomandiye. Wê zalim rojekê bên cezakirin. divê gel berî dor bê wan, li dijî vê zilmê bitêkoşin û xwedî li rûmeta xwe derkevin." 
 
‘MIFTEYA AŞTIYÊ DI DESTÊ OCALAN DE YE' 
 
Aylîn Karataş jî destnîşan kir ku sedema pirsgirêkên Tirkiyeyê tecrîd e û got: "Birêz Ocalan, temsîliyeta hemû gelên Rojhilata Navîn e. Tecrîdkirina wî, tecrîdkirina me ye. Bidawîbûna tecrîdê, hêşînbûna axê ye. Hatina Newrozê ye. Mifteya aştî, mirovatî, wekhevî û azadiyê di destê Birêz Ocalan de ye. Grevên birçîbûnê ketine asteke krîtîk. Divê em destekê bidin û ji mirovan re vebêjin." 
 
Ferda Guneş diyar kir ku sal in gelê kurd bedêlê dide û êdî ew naxwazin tu kes bimire. Guneş, bilêv kir ku tecrîd înkarkirina Qanûna Bingehîn e û divê demildest rê bê vekirin û daxwaza Leyla Guven pêk bê. 
 
Pinar Turk jî, diyar kir ku kurd hem li vê xakê hem jî li Rojavayê li dijî faşîzmê têdikoşin û got: "Leyla Guven, li dijî faşîzmê di rola cemedşikandinê de ye. Li hundur jî bi hezaran girtiyên siyasî deng didin vê têkoşînê. A dikeve ser milê me jî ew e ku em bêtir bibin dengê hevrêyên xwe û bitêkoşin."