'Em şaredarîvaniyeke ku qîmetê dide jinan dixwazin'

  • jin
  • 09:27 19 Adar 2019
  • |
img

AMED - Jinan bilêv kir ku divê şaredarî ji bo jinan qadên îstihdamê biafirînin û gotin: "Em şaredarîvaniyeke ku qîmetê dide jinan dixwazin." 

Xebatên partiyên siyasî yên ji bo hilbijartina 31'ê Adarê didomin. Her wiha di dema xebatan de projeyên xwe jî aşker dikin. Li Amedê jinan destnîşan kir ku divê şaredarî projeyên der barê jinan de jî hilberînin. 
 
Rêvebera HDP'a Yenîşehîrê Avniye Tanrikûlû, diyar kir ku rêveberiyên herêmî ji bo jinan girîng in û got: "Divê em namzetên ku di beyannameyên xwe de der barê jinan de cih didin plansaziyên berbiçav esas bigirin. Lê belê divê em destekê bidin namzetên ku newekheviya jin pê re rû bi rû dimînin ji holê radikin." Tanrikûlû, destnîşan kir ku divê şaredarîvaniyeke ku pirsgirêkên jinan çareser dike û ji bo jinan tev digere hebe û got: "Wexta li beyannameyên partiyan dinerim, dixwazim tê de mafê me yê beşdarbûyîna plansaziya bajêr tê de hebe." 
 
JIN, ZAROK Û BERASTENG 
 
Gulçîn Ozaydin jî, anî ziman ku di rêveberiyên herêmî de welatiyên berasteng tên piştguhkirin. Ozyadin, bilêv kir ku her ku hilbijartin nêz dibe partî sozan didin, lê belê piştî hilbijartinê pirsgirêkên ew bi wan re rû bi rû dimînin nayên çareserkirin. Ozaydin got: "Ez tevî du xwişkên xwe dijîm. Du sal berê diya min jiyana xwe ji dest da. Ji xwişkên min yek jê berastenga zihnî ye û niha ji mafên xwe yên civakiyî sûdê nagire. Ji bo vê me serî li hin deveran da, lê belê tiştek neguherî. Dixwazim di bin banê şaredariyan de navendên rehabîlîtasyon û perwerdehiyê bên vekirin. Divê di warê gihanî û tenduirstiyê de welatiyên berasteng esas bên girtin. Her wiha divê ji bo jinan derfetên kar bên peydakirin. Yanî em şaredarîvaniyeke ku qîmetê dide jinan dixwazin." 
 
Emel Ornek jî, destnîşan kir ku div şaredarî ji bo jinan qadên îstihdamê biafirînin. Ornek, diyar kir ku 12 sal in ew esnaftiyê dike û got: "Kolana Sakaryayê, kolana herî mezin û qelebalix a Amedê ye. Tenê xîtabî bajêr nake, xîtabî hemû herêmê dke. Mixabin niha tenê em 520 esnaf li vira ne. 519 jê zilam in û tenê ez jin im. Bi salan e pirsgirêkên vê kolanê hene. Bi taybetî jî pirsgirêkên avaniya bierdî hene. Li vira pirsgirêka cihokan heye, qabloyên trafoyan li holê ne û pirsgirêka gaza xwezayî heye. Ji ber esnafên kolanê ne yek in, her diçe rewşa kolanê xirabtir dibe." 
 
‘EM KURSÊN DIRÛTINÊ NAXWAZIN' 
 
Ornek, anî ziman ku beriya qeyûm projeyên şaredariyên DBP'î, pirojeyê kêrhatî bûn û got: "Di bin navê îstihdamê de em kursên dirûtinê naxwazin. Bila li herêmên pîşesaziya organîzeyê ji bo îstihdamê qadên mezin bên vekirin. Çimkî jin dikarin karê kuzilam dikin hemûyan bikin. Tenê bila rê li ber vê vekirin." 
 
Ornek, xwest têkoşîna li hemberî şidetê jî mezin bibe û got: "Bi rastî jî hêza aborî hêzê li hêza jinê zêde dike. Her wiha divê ji bo jinên bi şidetê re rû bi rû dimînin qadên jiyanê yên biewle bên çêkirin. Her wiha divê ji bo zilamên bi şidetê tev digerin jî navendên perwerdehiyê bên vekirin." 
  
MA / Esra Solin Dal