'Divê em dengê Leyla li hemû qadên têkoşînê belav bikin'

  • jin
  • 09:11 15 Adar 2019
  • |
img

STENBOL – Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê 128 rojin berdewam dike. Jinên ku piştgirî dan çalakiya Leyla Guven gotin: "Divê em hêz, deng û berxwedana Leyla li her qadên ku em lê dijîn û kar dikin belav bikin. 

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo rakirina terîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Guven di roja 79'an de hat berdan û li malê grev berdewam kir û 128 rojin di greva birçîbûnê de ye. Jinên ku piştgirî dan Leyla Guven û çalakiya wê bang li hemû kesan kirin ku dengê Leyla li herê belav bikin. 
 
‘VÎNA MILYONAN E' 
 
Cemrecan Haşlamaci, diyar kir ku Leyla Guven vîna bi milyonan gelê Kurd e û wiha got: “Leyla Guven rûmeta me tevan e. Vîna bi milyonan jin ciwan û jinan e. Vîna karker û kedkaran e. Bi vîn û çalakiya xwe daxwazên wê rewa ne. Divê her kes li vîn û çalakiya Guven xwedî derkevin. Divê bi lez piştevaniya wê bê mezinkirin û xurtkirin. Divê her kes bibe dengê Leyla. Divê em dengê wê, vîn û hêza wê li her qadên kar, fabrîqe û malê belav bikin." 
 
‘GER JIN AZAD BIN KEDA OCALAN PIR ZÊDE YE'
 
Herdem Dunder jî anî ziman ku divê ji bo azadî û jiyana Guven hemû jinên Tirkiye rabin ser piyan û wiha axivî: “Ji bo Leyla bijî divê em her tiştî bikin. Ev tiştê tê kirin zilm û neheqî ye. Divê hemû jin û Kurd di şop û rêya Leyla de bimeşin û li cem wê bin. Yên ku bi ser bixin dayik û jin in. Ger ku em jin li ber xwe nedin mêr dê çi bikin? Her tişt li ser milê jin û dayikan e. Divê êdî ji vê kêliyê û şûnde kes ji binçavkirin û girtinê netirse. Çalakiya Guven ji bo me hemûyan e. Ger ku em jinên kurd îro ew qas azad tev digerin ked û para Brêz Ocalan pir zêde ye. Ji ber vê yekê divê hemû jin bêtir li ber xwe bidin." 
 
‘TENÊ DAXWAZA ME AŞTÎ YE'
 
Kadife Karatekin jî anî ziman ku bi şerê heyî zarok jiyana xwe winda dikin û xwişk û biratiya gelan lawaz dibe û wiha axivî: “Tenê daxwaza min serdestiya aştiyê ye. Ocalan 20 salin girtî ye. Nikare bi malbatê re hevdîtin bike. Em êdî dixwazin mafên me bidin me. Em dixwazin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin. Îro yên dibêjin ez kurd im tên girtin. Divê dawî li vê yekê bînin. 
 
‘BI OCALAN DÊ LI TIRKIYE AŞTÎ PÊŞ BIKEVE' 
 
Raife Doner,  jî anî ziman ku daxwaza wê aştî û rakirina tecrîdê ye û wiha got: "Em naxwazin kes bên kuştin. Em azadiya Ocalan dixwazin. Ev daxwaza me ya sereke ye. Bi sedan mirov ji bo Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Ger ku Ocalan azad bibe dê li Tirkiye şer bi dawî bebe. Kuştin dê raweste. Dê şatî pêş bikeve. Wê demê em dê azad bibin." 
 
Fatma Tosun jî anî ziman ku ew bi berxwedana Leyla Guven serbilind in û wiha got: "Tecrîd bi têkoşîna gelan dişkê. Divê mirov zêde i hikûmetê hevî neke." 
 
Dilan Saçar jî li dijî tecrîdê bertekên xwe anîn ziman û wiha got: “Em dê tecridê bişkînin, faşîzmê bişkînin. Ev dê ji bo mirovan bibe hevî. Mirov dikarin bêtir bi hevi li pêşerojê binerin. Ji bo şert û mercên jiyana mirovî pêş bikeve divê em tercidê bişkînin. Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne. Tecrîd li ser hemû civakê heye. Em bi awayekî derûnî hemû tecrîdkirî ne. Divê em vê yekê bişkînin. Em dê Faşizmê hilweşînin tewez bi ser bikevin." 
 
‘EM DESTÊ XWE BIDIN LEYLA GUVEN' 
 
Muhsine Saçan jî anî ziman ku wekî wekî jinekê tecrîdkirina Ocalan tehamul nake û wiha axivî: "Em bang li her kesî dikin ku tev li vê berxwedanê bibin. Ji ber ku ev tecrîd li ser me hemûyan pêk tê. Ger ku em bi ser bikevin tecrid dê bişkê. 
 
Havva Ogun jî anî ziman ku bi qasî tê xwestin li dijî tecrîdê deng bilind nabe û wiha  axivî: "Îro Leyla Guven canê xwe daye ber mirinê. Rewşa wê hatiye asta krîtîk. Divê em bi lez deng bidin dengê wê. Ji xeynî berxwedanê wekî din çareyên me tune. Em derdikevin kolanan em tên girtin û kuştin. Wê demê divê em li ber xwe bidin."