Aktîvîsta TJA’yê Tok hat tahliyekirin

  • jin
  • 12:03 13 Adar 2019
  • |
img
AMED – Aktîvîsta TJA’yê ya di çarçoveyek lêpirsîna navenda wê Amed bû hat girtin û bi hêceta “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin di danişîna ewil de hat berdan. 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aliye Tok li Amedê di 9’ê cotmeha 2018’an de di operasyonek navenda wê Amed bû hatibû girtin û bi hêceta “endama rêxistinê ye” dihat darizandin. Danişîna doza Tok li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Tok û parêzerê xwe Ozkan Avci di danişînê de amade bûn. 
 
Dozger dewama girtina Tok xwest. 
 
Tok bi kurdî parastina xwe kir û tewanbariya li ser xwe red kir û berata xwe daxwaz kir. 
 
Parêzer Avci jî berdana miwekîla xwe daxwaz kir. 
 
Heyeta dadgehê piştî parastinê bi şertê kontrola tedbîrê biryara berdana Tok da û danişînê taloqî dîrokek pêş kir.