Jinên Îzmîrî li Gundogdu mîtîng pêk anîn

  • jin
  • 20:18 10 Adar 2019
  • |
img
ÎZMÎR - Bi hezaran jinên li ser banga Platforma Jinan a Îzmirê û Jin Bi Hev Re Bi Hêz in, li Qada Gundogdu kom bûn mîtîng pêk anîn. Jinan bi pankart, dowîz û dirûşmeyên xwe qad xemiland û diyar kirin ku destûr nadin xezpê. Jinan diyar kirin ku dê ji bo jiyanek wekhev, azad û li dijî tundiyî bi hevre têbikoşin. 
 
Bi hezaran jinên li ser banga Platforma Jinan a Îzmirê û Jin Bi Hev Re Bi Hêz in, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Qada Gundogdu kom bûn mîtîng pêk anîn. Parlamentera HDP'ê Serpil Kemalbay Nûnerên jin ên HDP, Partiya Kedê, KESK, DÎSK Kolektifa Jinan a Nar jî di navde bi hezaran jin li Gundogdu kom bûn. Jinan pankarta “Em li dijî krîz, tundî û şer, ji bo jiyanek wekhev û azad tên" û dowîzên ku daxwazên xwe tînin ziman vekirin. 
Jinên ku çûn Qada Gundogduyê çalakiya Leyla Guven silav kirin.  Jinên ku ji çar hêlên Egeyê hatin Qada Cumhuriyetê bi meşê heta qada gundogduyê li pişt pankarta bi nivîsa "Em li dijî krîz, tundî û binpêkirina mafn ji bo jiyaneke wekhev tên" meşiyan û bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Leyla Guven rûmeta me ye" ketin qadê. Dayika Oyku Arîn Eylem Şen li qadê axaftinek kurt kir û peyama kedkarên Flormarê li qadê hat xwendin. Metnê çapemeniyê yê beşa tirkî li ser navê Platforma Jinan a Îzmîrê  Ozgur Genç û Buse Engîn xwendin û Esma Delîktaş jî yê bi kurdî xwend.  Piştî daxuyaniyê mîtîng bi bi stranên Hunermend Yasemîn Goksu û bi govendê bi dawî bû.